
Vahan K’êrobyanê wezîrê CE-yî ÿkonomîkayê nav qisa t’ev r’ojne’mevana paþda veger’ya ser wê t’ivdîra H’ökömetêye pêþdak’iþandî, angorî k’îjanê- ecnebîyê nav malhebûna Ermenîstanê 150 h’ezar dolar r’ik’inkirin kirî dikarin bajar’vantîya CE bistînin. Çawa “Armênprês” e’lamdike, K’êrobyan got, wekî r’ik’inkirinê ecnebî Ermenîstanêda t’imê têne r’öh’darkirinê. R’ik’inkirinê hindava kesê þexsîda divin ewqasî têne r’öh’darkirinê, çiqasî, mesele, r’ikinkirinê hindava hevaltîyê mezinda têne kirinê.
Qewlî wezîrva- bi vê t’ivdîrê H’ökömeta dixweze yekpel çend pirsa safîke.
“Ij wana yek pirsa derdahatinêye. Bi vî cûr’eyî em dikarin merivê hine katêgorîya bikine bajar’vanê CE, dilqê k’îjanayî mezin dikare nav malhebûna CE heve. Lê gilî bona wan wek’îlê malhebûnê, lê isa jî medenyetê, ölm û warê dine, ê kö, bi bûyîna bajar’vanê CE, dikarin Ermenîstanêda k’omekê bidine ÿp’êce pêþdaçûyîna wan þaxa… Fe’mdarîye, pey döristkirinê berbiç’e’vr’a t’ivdîrê bê anînê li cûr’ê diha kompakt- h’etanî hatna qebûlbûnê”,- K’êrobyan da k’ivþê.
Li pirsa ê r’ojne’mevan, k’a tirs t’ine, wekî wan r’ik’inkirina îht’îmale bajar’vanê T’irkîayê û Adrbêcanê bikin, wezîr got, wekî gilî derheqa wê yekêda nîne, k’a k’î seva bajar’vantîya CE xîtavve- bajarxvantîyê wê bistîne.
“Fe’mdarîye, qeyedmeþê lazim hindava çawa polîsîyayê, isa jî xizmetk’arîya bêqezîabûna miletîyêda wê bêne kirinê. Ez difikirim, wekî h’eyecanbûna weye wê derecêda seranser wê bê bêt’erefkirinê”,- K’êrobyan got.