PoliticsTop

Mijara şandina çavdêrên OSCE bo sînorê Ermenistan û Azerbaycanê tê gotûbêjkirin

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan da zanîn ku mijara şandina çavdêrên OSCE ji aliyê Ermenîstanê ve ji bo sînorê Ermenîstan û Azerbeycanê tê nîqaşkirin. Li gorî wî, di demeke nêzîk de emê zanyariyên zelal li ser vê mijarê bidest bixin.

Li ser mîsyona çavdêriya Yekîtiya Ewropayê Mîrzoyan behs kir, ku aliyê ermenî li bendê ye ku mîsyona çavdêriya YEyê bibe xwediyê beşekî lêkolîna rastiyan , û rastî jî wê îspat bikin, ku îdiayên, ku li dijî xaka serdest a Komara Ermenîstanê êrîşek hatiye kirin û ku leşkerên Azerbaycanê li ser axa Komara Ermenîstanê ya ku di qada navneteweyî de tê naskirin heye, rast in.

“Divê em wezîfeya girîng a pêşîgirtina li êrîşên nû û avakirina aştiyeke mayînde jî bidin ber vê wezîfeyê.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button