PoliticsTop

Em ji aliyê Azerbaycanê ve tevgerên ne avaker, ez dikarim bêjim fanatîk, dibînin: Ararat Mîrzoyan

Belê, di van demên dawî de bi Azerbaycanê re hevdîtinên aktîf hene, em amade ne û emê hemû hewlên xwe bidin ji bo berdewamkirina xebatê bi heman tundiyê ji bo pêkanîna aştiyeke bi rastî , mayînde û dadperwer li navçeyê. Wezîrê Karên Derve yê Komara Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di 18’ê Çiriya Peşînê de li Êrîvanê bi Wezîra Derve ya Norwêcê Annîken Hyutfîldt re di civîneke çapemeniyê ya hevpar de daxuyanî da.

“Di vî warî de hêviyên me û helwesta me neguheriye.

Tiştekî din jî ku, paralelî van muzakereyan, em ji aliyê Azerbaycanê ve tevgerên ne avaker, ez dikarim bêjim fanatîk, dibînin û em jî daxwaz û hewla bandorkirina van danûstandinan bi bikaranîna hêz yan jî gefa bikaranîna hêzê dibînin.

Tenê bi vê şîroveyê ez êrîşa herî dawî ya Azerbaycanê dibînim. Em dizanin ku beriya wê jî êrîşeke din, çalakiyeke din a provokatîf û gotineke din jî hebû. Eşkere ye ku kiryarên bi vî rengî nabin sedema atmosferek çêker û danûstandinên çêker. Em di wê baweriyê de ne ku divê çareseriyên dawî li ser maseya muzakereyê bên kirin. Em amade ne ku van xebatan bidomînin:” got Ararat Mîrzoyan

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button