EconomicsTop

Malhebûnê tirîya bêcerdikin ç’e’vnihêr’î t’evbûna dîwanîne: Mûþêg’ Îþxanyan

Van r’ojê payîzê göndada ek’inberevkirina çapike, tirî idî gihîþtine. Lê göndê merza Araratêyî K’ag’sraþênêda, mêr bag’çada nînin, pey e’ne’nekirinê gömr’eh’er’a r’ûdinên nerdî bilîzin.

Hewa

        Îlon xilazbû, tirîyê ij mova daliqî idî ÿp’êce þîrinin, zimêr’kirinêr’a hazirin, lê göndada geleka yan pêr’a negîhndine þertne’mê morkin, yan levnehatîye.

          Albîk Sasûnyan

Binelîyê göndê K’ag’sraþênê

        “Berê e’wil qîmetê zimêr’kirinê ze’f nimize, 110 dram, îro seva girêdana þertne’mê em çetnayê divînin, em divne wira, divêjin gradûs hindike, em qebûlnakin, dikin 90 dram, 80 dram, 70 dram».

          Bi heman qîmetî zimêr’kirina tirîya bêfeydeye- r’ezvan divêjin, derheqa k’arêda xevernadin, barê bi ziyanê dernek’evin.

          Artavazd Smbatyan

Binelîyê göndê K’ag’sraþênê 

          “Îro tirî, herke bi vêgêtasîya wan t’am bikî, lap kêm 130 dram p’ere r’ûdinên”.

          Qîmet hila alîkî, k’ag’sraþênîya didûmînin, k’arxane naxwezin þertne’mê morkin.

          Artavazd Smbatyan

Binelîyê göndê K’ag’sraþênê 

          “Þertne’mê t’ev kesa girêdide, tirîyê k’îjana t’inene, çî wan tirîya nek’etîye, paþê ew kes tê, divêje, em bêjin 110 dram t’esmîldike, kes bi dakûmêntê tê 110 dramin, tê divêje 80-90 dram, neg’dî göndê meda bi 90 drama berevdikin”.

          R’astîyê þertne’me jî bi navê göndîya mordive, ne kö kesa, ê berevbûyî safîdikin, yanî bi navê wan kes þertne’mê  mordike, çimkî k’arxane naxweze k’ese t’ev göndîya morke. Ev yek t’imê hebûye, lê ne bi vê masþtabê- göndî divêjin. Seva dîtina r’ê ij h’al, van çend r’ojê xilazîyê ij hamaynk’apêtaranê û marzpêtaranê sipartinê berevkirina salixa göndada   hatine.

          Aþot Xalat’yan

Serk’arê warê ÿla Artaþatêyî K’ag’sraþênêyî fermandarîyê

“Konkrêt em idî meriva sirêdinivîsin, em bi çapê xwelîyê, bag’çê tirîyê wan dinivîsin, îro ÿvarê emê t’emsîlî hamaynk’apêtaranêkin, wekî ew jî t’ehwîlî xweyê k’arxanakin, wekî þexsî merivava bêne girêdanê û þertne’mê morkin”.

Mîk’ayêl Xaçatryan

Binelîyê göndê K’ag’sraþênê

“Em mecbûrin bidin, çimkî ç’ara me t’ine. Îro divêjne min her’e þertne’mê girêde, niha h’erke ez çûm min ew þertne’me girêda, mehekê þönda sirê t’eze wê bigihîje min, wekî ez wan tirîya bivim valayî k’arxanêkim, mehekê þönda ezê k’iþmîþa bivim, dêmek ezê tirîyê ne kö bi 17-18 gradûsa bivim, lê bi 25-26 graûsa bivim. Ezê nav giranîyê ziyanêk’evim, ze’f cidî, ewê jî nav gradûsê k’arêk’evin, qîmet jî ne kö idî bi 90 drama, lê bi 60-70 drama”.

Hamaynk’apêtranê, marzapêtaranêda haþ pirsgirêkê hene, ew  þikyatê göndîya heq h’esavdikin, lê mecalê wan t’inene, seva serr’astkirina pirsê- midîrê serwêrtîya marzpêtarana Araratêye malhebûna göndîtîyê û t’ebyetxweykirinê divêje.

Haykaz Têrtêryan

Midîrê serwêrtîya marzpêtarana Araratêye malhebûna göndîtîyê û t’ebyetxweykirinê

“H’erke r’ast, h’ökömet îro alîk’arîya mezin dide xweyê k’arxana, h’etanî 3 mlrd bêselef qerz dide, lê r’exþöxölê wîyî e’melê k’ardar nimize, yanî- k’arxane bi wî qîmetî qebûldike, çi xwexa dixweze, destpêdike wî çaxî qebûlke, çaxê xwexa dixweze û þertê xwe t’eqrîrdike”.

Haykaz Têrtêryan t’inebûna eleqetê h’elale hevalk’arîyê divîne. Seva göndîya me’na 10 dramaye mezin heye- ê p’êþezan divêje.

Haykaz Têrtêryan

Midîrê serwêrtîya marzpêtarana Araratêye malhebûna göndîtîyê û t’ebyetxweykirinê

“Bênavbir’î divêjin xiravkin, bira, seva xiravkirinê ewqa hêsaye, 5 sala meriv wê xwelîyê wê çi bike, ewqa aleta, stûna, sîma wê  çi bike? Mêriv ÿp’êce we’de û mecal seva darxistina xerckirîye. Baxçê 5-6 salî dayne dîsa xiravke?”.

Lê Avag Harût’yûnyanê sedrê merk’eza þeravêye miletîyê divêje, wekî ev pirsgirêk lap kêm nav 30 salê xilazîyê ya hemzemanîye. Pêþdanîn p’ir’ cara li fêrmêra hatîye r’aberkirinê- þaxê safîkirina xwe, lê e’rebe cîyê xwe nalpite.

Avag Harût’yûnyan

 Sedrê merk’eza þeravêye miletîyê

          “Em 30 salê xilazîyê divêjne göndîya- p’arekê p’êwendke, p’arekê bigöhêze, p’arekê bike mêlþerav, îro dêfîsîta tirîyê þeravêye mezin heye, 300-500 dram, biger’î navînî. 90%-ê baxçê göndîya sortê seva konyaka têxnîkîyê têr’adîtîne. Ez logîkayê serwextnavim, h’erke h’ersal 5% 10% bigöhasta, pirsgirêka p’era wê pêþda nehata”.

          Van xilazîya wezîrê ÿkonomîkayê jî çend cara r’astî göndîya hatîye, h’alê e’firî safîkirîye, lê cav bi dilê  göndîya nînin. Cavdarê war soz dabû- qirara h’ökömetê wê bive, bû. Îcrak’arê berne’ma zimêr’kirina madeya malhebûna göndîtîyêda çend göhastin kirin, bi k’îjanê qerzê sûbsîdîakirinê didine hevaltîyê vebêcerkirinê. Îsalda wezareta ÿkonomîkayê serr’astkirin kir, wekî ew malhebûnvanê sûbsîdîa qerz bistînin, k’îjana t’ev göndîya h’etanî 1-ê meha tîrmeê þertne’me morkirîye.

          Gêvorg G’azaryan

Midîrê serwêrtîa wezareta CE-ye agrovebêcerkirinê

          “H’etanî 1-ê meha tîrmehê weke 97 h’ezar tonna þertne’mê meye morbûyî hebûn…. ew bawerbike 50 h’evekî zêdetir selefe- bi h’ecma zimêr’kirina hîvîdarîyê. Qerz wan þertada bi we’dê temirandina 3 sala dihatne dayînê û bi we’dê  salekêyî bi imt’îyaz…  niqitka 10%-ê dihate sûbsîdîakirinê”.

          Angorî qirara îcrak’arêye 29-ê meha îlonê, we’de û þert hatne lênihêr’andinê. We’dê morkirina þertne’mêyî xilazîyê 1-ê meha çirîya paþin hate têr’adîtinê. Saxî, h’alê  þertne’mê pey meha îlonê  morbûyîda we’dê temirandina qerz bi salekê zêdebûye- bi bûyîna 4 sal,  we’dê bi imt’îyaz 2 sal hatîye têr’adîtinê, lê selefê sûbsîdîakirinê bûye 11. Wek’îlê malhebûnê fêrmêrîyê pirsa derheqa sûbsîdîakirinê, pêr’a jî pêþdanîna wan heye.

          Mîk’ayêl Xaçatryan

Binelîyê göndê K’ag’sraþênê

“Artavazd 10 tonna tirî dane, sûbsîdîa 10 tonna gere carekêva ser Arto bidine r’ûntiþtandinê, ne kö bidine zavoda, wekî zavod jî isa  bi r’ezîlî bixevtin… Em deranînçîne, zavod deranînçî nîne”.

          Evê wî çaxî îht’îmalve, çaxê t’emamîya malhebûnê fêrmêrîyê, vî h’alîda tîrîk’ar e’ynîbûyîvin- çawa kes, çawa t’oprax û isa jî salixê ek’inê wê salê.

– Gêvorg G’azaryan

Midîrê serwêrtîa wezareta CE-ye agrovebêcerkirinê

          “Wî t’erefîda xevat tê kirinê û ez difikirim salek-dödê pêþberda ew pêvajoyê xilazve û ew mecala meyê heve. Govekê pêvajoya hejmarkirinêda gere ösûla yekbûyî bê e’frandinê, t’emamîya t’evbûyê zincîrê bêne wergirtinê- ij tirîbêcerkira h’etanî zimêr’kira  û ew zincîr ya destgihîþtinêve”.

          Gêvorg G’azaryanê midîrê serwêrtîya wezareta  ÿkonomîkaêye agrovebêcerkirinê isa jî me’nîyê qîmtpêþdahatina zimêr’kirina tirîyaye îsaline nimiz cödadike.

          Gêvorg G’azaryan

Midîrê serwêrtîa wezareta CE-ye agrovebêcerkirinê

          “Sevevê h’îmlî carekêva kêmbûna h’ecmê mîaserkirina spîrta konyakêva  girêdayîne û seveva dine ferz seveva bahê dolarva girêdayîye”.

          Þertne’mê deranîna spîrta konyakê h’îmlî bi dolar morbûyîne. H’erke sala 2019-a ij Ermenîstanê 13,5 mln lîtr spîrta konyakê hatîye deranînê, dêmek  2020-î û 21-ê h’ecim bawerbike döbare kêmbûye- bi gihîþtina her salekê weke 7 mln lîtra. Lê 6 meha îsalin 2,2 mln lîtr spîrta konyakê hatîye deranînê. Bi fikra Avag Harût’yûnyanê sedrê merk’eza þervaêye miletîyê, hima  þertê hemane çetindaye, wekî valatîyê zincîra fêrmêr-vebêcerkir-dewletda mewcûd aþkeladivin.

Avag Harût’yûnyan

 Sedrê merk’eza þeravêye miletîyê

          “Eva encama têberdanê hiqûqîyêye- qanûndarîya nek’amil, k’îjan göndîya mecbûrnake alîkîva, k’arxanê alîyê dinêva- qedrê qanûnê lîstinê bigrin, qanûnê tirîya nayêne têr’adîtinê, nayê mecbûrkirinê, wekî ew qanûn bêne xweykirinê”.

          Bi fikra Harût’yûnyan, eleqetê vebêcerkir-fêrmêrda dewlet gere dilqê arbîtrê qebûlke. H’etanî bigihîjne wergöhastinê ösûlî, wezareta ÿkonomîkayêda tem heye pirsgirêkê ek’nê îsalin safîkin. Gömana wan heye, wekî saya wergöhastinê berne’ma sûbsîdîakirinêye xilazîyê ek’nê göndîyê, wekî þertne’ma wan t’ine, serfinyaz wê bê zimêr’kirinê, lê çi bihayî, safîî nîne.

Mûþêg’ Îsaxanyan, Hovhannês K’yosêyan, Aþot Xaçatryan, Artak Gêvorgyan. Salix-sûlix.

T’ercmekir û xwend r’ojne’mevanê CE-yî emekdar H’esenê Me’mûd

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button