EconomicsTop

Bi byûcêya 2023-a dayîna warê xwexweykirinê nav t’arîxê ya herezêdeye

2 trîlîon 590 mlrd dram. Bi byûcêya  Ermenîstanêye sala 2023-a çapa mesrefa têr’adîtîye. Byûcêya sala tê- dîsa wê ya dêfîsîtîyêve- bi çapa 288 mlrd 855 mln drama. 501 mlrd 285 mln dramê  li ewlekirina xwexweykirinêva bêne hinartinê, vira mesref bi 47,2%-a zêdebûye yan bi 160 mlrd 716 mln drama, 422 mlrd 304 mln dramê edakirina pênsîyava bêne hinartinê, bi bi 99%-a zêdebûye, yan bi 77 mlrd 852 mln drama, 272 mlrd 195 mln-ê serwêrîkirina deynê dîwanîva wê bêne hinartinê, zêdebûn 27,2% yan 58 mlrd 274 mln dramin. 127 mlrd 274 mln dramê berne’ma xwendina t’omerîva bêne hinartinê, 117 mlrd 739 mln dram li baþkirina t’or’a r’iya, 99 mlrd 19 mln dram li pêþdaçûyîna t’opraxa, 74 mlrd 629 mln dram li bêcerkirina sîasîya warê polîsîyayê, 72 mlrd 321 mln dram- ewlekirina sosîalîyê, 51 mlrd 295 mln dramê xweþkirina h’alê dêmografîyêva û wekî din bêne hinartinê. T’emamîya t’erefada zêdebûnê bi vê yan wê çapê hene.

          Vahê Hovhannîsyan

Dewsgirtîyê wezîrê CE-yî fînansa

“Dikarin bêjin, wekî ev byûcê t’ev t’erefê berne’ma ort’emolete mesrefêye pêþk’ivþkirî ze’f h’emsewte, k’îjan berê isa nînbûye. H’îmê vê berne’ma h’ökömetêye, k’îjan dîsa berê-  salê bihörî li berne’ma h’ökömetê göhdarîya ewqa mezin nehatîye danînê, niha em- em û t’emamîya meqamata berne’ma h’ökömetê çawa h’îm hildidin û h’emû tiþtî dikin- sirêpêþîtîya û wan nêt û merema, k’îjan seva mîaserkirinê berne’ma h’ökömetêda hatne danînê”.

          Gêvorg Papoyanê sedrê encomana CM-êye pirsê fînansqerza û byûcêtîyê binxetdike- byûcêya seva xwexweykirinê berdayî bi t’arîxî ya herezêdeye.

          Gêvorg Papoyan

Sedrê encomana  CM-êye pirsê fînansqerza û byûcêtîyê

“Byûcêya ze’f hink’ûfî h’alê e’firîye, bi me’nîya ze’f safî, çimkî îro pirsgirêka meye hereh’îmlî ew qezîyayê meye derekene, bêqezîabûna sînore û byûcêya me bi e’sasî h’emdê meyî sîasîyê dîhardike- ewlekirina destpênek’etina sînorê CE”.

          Bi qîmetkirina p’êþezana- ew hedef, k’îjan seva byûcêya sala tê hatne têr’adîtinê- nesafîtîya ÿp’êce cidî werdigrin.

          Haykaz Fanyan

Serk’arê merk’eza Acses –e þirovekirinê

“Pirsgirêka döristbînîyê bi cûr’ê mezin bi sevevê  dereke girêdayîye, cöda gotî ij h’laê e’skerîyêyî goveka miqabilîhevibûna ûr’is-ûkraînîda pêþdahatinê û hilbet, ij sanksîayê ij wê her’ikandinêye îht’îmal, k’îjan dikarin pêþda bên. Saxî,   xeysetê sanksîya û pêþdaçûyînê miqabilîhevbûnêye paþwextîyêva girêdayî ew dikarin bi erênî paþda veger’ne ser malhebûna Ermenîstanê û bi neyênî.

Tê têr’adîtinê, wekî îsal deynê h’ökömetê nisbetî DHH’ ij 53%-a wê nimiztirve, lê xilazîya sala 2023-a-wê bigihîje weke 50%-î.

          Gêvorg Papoyan

Sedrê encomana  CM-êye pirsê fînansqerza û byûcêtîyê

          “Deynê h’ökömetê û  nisbetîya DHH’ demekê sala 2020-î bi 63,7%-a bilindbû, gihîþte bawerbike 64%-a û eva ya h’eyecanbûnêbû, paþê saya sîasîya meye r’ast ew gere peyabûya û isa jî bû. Sala 21-ê peyayî 60,3%-a bû- bi berne’ma ort’ewe’deye mesrefê îsal gere peyayî 58,4%-a bûya, lê hûn r’astin- þewþandina biha vê pirsêda bi e’sasî alî me kirîye û niha ew tê têderxistinê, wekî bi h’alê xilazîya salê wê peyayî 50,7%-ave, lê seva saltireke dinê jî wê peyayî 49,7%-ave. Eva h’esavdive, wekî bi delîlî pirsgirêka meye deynhildanê t’ine”.

          Hedefê byûcêda danî dewsgirtîyê wezîr döristbînî h’esavdike. Difikire, wekî wê bikarvin dereca mesrefa kapîtal nav DHH’ bigihînne 7%-a- dewsa ij 3,5 4-%-a. Çi dimîne seva hîvîdarîyê zêdebûna malhebûnîyêye 7%-e bi byûcêyê têr’adîtî seva sala tê, bi gilîyê Hovhannîsyan- ij 11 12% zêdebûna malhebûnîyêye îsal seva hîvîdarîyê heman h’îm dide.

          Vahê Hovhannîsyan

Dewsgirtîyê wezîrê CE-yî fînansa

          “Heycar t’emîyê didne me, wekî ambîsîayê meye diha ç’ûk hevin, meremê diha ç’ûk em daynne ber xwe û mesele- par, çaxê me e’ne’nedikir, digotne me, wekî potênsîala dörist 4%-ê zêdebûnêye. H’erke em plane xwe himberî 4%-a avakin û  h’erke 11%-ve, dêmek emê diha dereng bikarivn pêþda bilivin, ne kö h’erke me 7% plankiribû- delîva 7%-ada r’ewþa hebûna 11%-ada”.

          Bi qîmetkirina p’êþezana, h’erke meþa seyremîþbûnêye mewcûd neyê xweykirinê, wê îht’’îmal nînve bigihîjne hedefê pêþk’ivþkirî. Lêbelê, bi bawerîya Gêvorg Papoyan, dilqqedandina meþa seyremîþbûnê û transfêraye mezin t’ine.

          Gêvorg Papoyan

Sedrê encomana  CM-êye pirsê fînansqerza û byûcêtîyê

“Em t’erefê xweye h’îmlî, ser t’erefê e’detî xazma göhdarîyê didine ser- xizmetk’arîa, nav wê hejmarê isa jî TS, t’öcarî, malhebûna göndîtîyê, avakirin û wekî din”.

          Dîfîsîta byûcêyê angorî p’êþezana, gele welatada praktîka qebûlbûyîye, ew h’etta alî pêþdaçûyîna malhebûnîyê dike.

          Haykaz Fanyan

Serk’arê merk’eza Acses-e þirovekirinê

          “Yanî- dewlet çixara zêde dike- îznê dide, wekî k’îsî wê çixara zêde malhebûna me pêþda her’e. 3,1% gendî ew meznayî ez difikirim ew r’eqema ÿp’êce nêzîkî aqilaye û ew bi xwe gendî, h’erke t’exmînê mayîne makromalhjebûnîyê r’ast derk’evin- ew ya sawk’êþîyê nîne”.

          Sala tê aylixa herenimiz ij 68 h’ezar drama wê bive- 75 h’ezar dram, lê çapa aylixa qölixçîyê dîwanîye bazayî ij 66 h’ezar 140 drama wê bive 83 h’ezar 200 dram. Dewsê fonda r’ewakirina kêmbûye.

          Vahê Hovhannîsyan

Dewsgirtîyê wezîrê CE-yî fînansa

          “Aylixa bazayî angorî qanûnê aylixa herenimiz têr’adîtîye- navbera ij 80 120 selefada. Berê, çaxê aylixa herenimiz h’etanî 68 h’ezar dram hatîye bilindkirinê, aylixa bazayî dereca 70%-ada mabû. Yanî- qanûnêda, qanûna byûcêda k’ivþkirina mexsûs hatbû kirinê, wekî r’aste aylixa herenimiz bilinddive, lê aylixa bazayî bilindnave. Niha emê k’ese aylixa bazayî bigihînne 80%-î- yanî li çapa herenimize bi qanûnê têr’adîtî, wekî isa jî aylixa qölixçîyê meye dîwanî, k’îjan cara xilazîyê sala 2014-a hatîye bilindkirinê, em bikarivn bilindkin û  p’ara meye civakîye diha lecvan heve”.

          Bi qîmetkirina malhebûnnasa, bi vê yekê dewletî dicêr’bîne edar’ewayê ewqasî t’enqîdbûyî kêmke û ösûla diha têdrxistinê die’frîne.

          Haykaz Fanyan

Serk’arê merk’eza Acses-e þirovekirinê

          “Gere bicêr’bînin aylixdayîna xevata ösûla dîwanîda xölese gelo hink’ûfî aylixdayîna xevata welêtda  warê dine? Dikarin bi t’emîyê, li kesa wa gotî, bangînê we’dekî t’exmînkin, hîvîkin, wekî bi r’êsûrsê fînansîyêye sînorkirî bixevtin, lê h’erke aparata meye dîwanîda pirsgirêk hatîye danînê p’êþezanê bi wesif wergirin, dêmek isa jî gere aylixdayîna xevatê ewlekin”.

          Çawa 2022-a, isa jî bi byûcêya sala tê têr’adîtîye 144 mlrd dram qerzê navbera dewletada bidine Arsaxê.

Nîkolay Avêtîsyan, R’afîk Sog’omonyan, Salix-sûlix

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button