
Rûniştina payîzê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (10-14 Çiriya Peşîn) duh li Strasboûrgê dest bi xebatên xwe kir. Li gor daxuyaniya Servîsa Çapemeniyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, wê êrişa dawî ya Azerbaycanê li dijî Ermenistanê jî were gotûbêjkirin.
Bi taybetî jî tê gotin, ku wê li ser van mijarên niqaş bên kirin: “Ewropa nîv sal piştî destpêkirina şerê dijwar ê Rûsyayê li dijî Ukraynayê”, “Ewlehiya xwarinê li Ewropayê: hinartina genim bi rêya benderên Ukraynayê” û “Operasyonên leşkerî yên di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de”.
Di heman demê de wê li ser mijara “çalakiyên herî dawî yên eşkere û nemirovane yên Federasyona Rûsyayê” gotûbêjek lezgîn were kirin.
Wekî din, nîqaşên li ser perspektîfa Ewropî ya Balkanên Rojava, têkoşîna li dijî Îslamofobî an nijadperestiya dij-misilman, cihêkariya derzîlêdanê û bandora Brexitê ya li ser mafên mirovan li Irelandayê têne plan kirin.
Meclîsê de wê mijara pêkanîna erkên ku Tirkiye, Macaristan û Romanya dane bê nirxandin.