PoliticsTop

Aştîparêzên Ermenî beşdarî tetbîqatên navneteweyî dibin

Yekîneya aşitiyê ya Ermenîstanê li navenda perwerdehiya Piyade ya DYA ya li nêzî bajarê Hohenfels ê li Komara Federal a Elmanyayê ye, beşdarî tetbîqatên leşkerî yên navneteweyî dibe, ku qonaxeke amadekariyê ne ji bo mîsyona li Kosovayê.

Fermandarê Tûgaya Yekîneya aşitiyê ya Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê Albay Arsen Mangasaryan, ji bo li cihê perwerde û tetbîqata leşkerî bişopîne, çû navendê. Wî bi Korgeneral Thomas Fronhoefer , serokê beşa plansazkirin û kontrolê ya tetbîqata navendê, û Albay Khrîs Mabîs, fermandarê Lîwaya Piyade ya 76an a Artêşa Amerîkî re hevdîtin pêk anî.

Hevdîtinan de artêşa Amerîkayê bal kişand ser perwerde û dîsîplîna bilind a yekîneyên Ermenîyan. Li ser berfirehkirina beşdariya aşitparêzên Ermenîstanê tetbîqatên leşkerî yên navneteweyî de lihevkirinek hate kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button