All NewsPoliticsTop

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê şirovekirîe elemeta Ermenistan-Azerbaycanê ya ku li Pragê hatîe qebûlkirinê

Piştî civîna çar alî ya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Serokkomarê Fransayê Emmanûêl Makron, Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyêv a li Pragê di 6’ê çirya pêşîn de pêk hatîe, elemeat hatîe qebûlkirinê. Berdevkê Wezareta Derve ya Ermenîstanê Vahan Hûnanyan di hevpeyvînekê da ligel Armenpressê çend pirsên girêdayî vê elemata şirovekirîe.

Piştî civîna çaralî ya li Pragê, daxuyaniyek hat qebûlkirin û li gorî wê, Ermenîstan û Azerbaycanê pabendbûna xwe bi Peymana Neteweyên Yekbûyî û Danezana Alma-Ata ya sala 1991’an piştrast kirin, ku bi rêya wê her du alî yekparçeyiya ax û serweriya hev nas dikin. Wateya vê yekê ew e ku Azerbaycan leşkerên xwe ji axa Ermenîstanê ya ku Azerî di Gulan 2021, çirya paşîn û Îlona 2022 de dagir kir, wê vekişîne?

– Aliyê ermenî gelek caran elemet kirîe ku yekparçeyiya axa Ermenîstanê û serwerî Ermenistanê naê bazarkirnê. Em piştrastkirina vê pozîsyona ermenî ya di elemetîa piştî civîna çaralî ya li Pragê de ji bo vegerandina axa Ermenistanê gaveke girîng dibînin. Çi dimîne eskerên Azerbaycanê ji derqetina  Komara Ermenistanê û jarekî din ji alîê  Azerbaycanê  pêşîlêgirtina êrîşeke nû û parastina rejima agirbestê ev zehmetekî girîng e, bi taybetî di çarçoveya Daxuyaniya Pragê.

Her weha, elemeta Ermenistan û Azerbaycanê ya borjdarî dike bi Peymana Neteweyên Yekbûyî û xalên Danezana Alma-Ata ya sala 1991`an dê bibe bingehek ji bo pêşxistina peymana aştiyê di navbera her du welatan de û her weha ji bo xebata li ser veqetandina sînor.

-Di elemetê da behsa Qerebaxê nayê kirin. Di hevdîtinê de behsa pirsgirêka Qerebaxê hat kirin? Ji ber ku herdû alîyan axa hevdû nasdikin , di pêşerojê da di pirsa Artsaxê da çi pirs dikare biqeûme?

– Me gelek caran gotîe ku pirsên maf û bêqezîa gelê Qerebaxê ji bo me sereke ye. Em van mijaran di hemû hevdîtinên xwe de, bi hevkarên navneteweyî re jî tînin ziman. Lê Azerbaycan vê pirsê naxaze  bi Ermenîstanê ra biaxive.

Hevkarên navneteweyî jî li ser wê fikrê ne ku pirsa bêqezîê û parastina hemû mafên Ermeniyên Qerebaxa Çiya dibîne pirsa ronîkirinê û di vî warî de gotûbêjên di navbera Stêpanakêrt û Bakûyê de bi avakirina mekanîzmayeke berçav a navneteweyî. Helbet Ermenistan di hemû hevdîtnêda bi Azerbaycanê re vê pirsê bilind dike.

– Di elemetê de  tê gotinê ku Ermenîstan qaîl bûye ku mîsyona dîtrçîê ya Yekîtiya Ewropayê li ser sînorê  Ermenîstan û Azerbeycanê were bicihkirin û Azerbaycanê jî qaîl bûye tevî mîsyona dîtrçîan xebat bike akasî çkasî pirs grêdaîbe. Ji vê yekê em dikarin bêjin  ku Azerbaycan bi mîsyona dîtrçîêra razî nîne.

Aliyê ermenî gele jaran hatîe gotine ku lazime li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê mîsîona navdewletî bê daînê kîjan wê danîê hev bide û  çevnêrhanî bike. Mîsyona sivîl a Yekîtiya Ewropayê wê li ser sînorê Ermenîstan û Azerbeycanê li ser axa a Komara Ermenîstanê çevnêrhanî bike. Ji bo vî prsîra qaîlbûna Azerbaycanê lazim nîne.

– Ez dixwazim hûrguliyan bipirsim ka çavdêr dê li kîjan deverên sînor bi cih bibin, karê wan yê sereke dê çi be, hebûna wan dê çiqasî rageşiya li ser sînor kêm bike.

Armancên mîsyona sivîl a YE’yê weke ku di elemetêda de hatiye gotinê ew e ku bi çavnêriyên xwe pêbaweriyê ava bikin û destekê bidin komîsyonên sînor. Hê zû ye ku em li ser çarçoweya kar û hêzên mîsyonê, cihên taybetî û hûrguliyên din bêjin, ji ber ku ev pirsana dîar nînin.

– Di hevdîtinê de pirsa vegerandina girtiyên ermenî yên li Azerbeycanê hatin xeverdanê, di vê pirsêda em çi dkarin hîvî bikin?

– Pirsa vegerandina eskerên ya girtiyên ermenî û sivîlên ku bi awayekî neqanûnî li Azerbaycanê girtî ne, her tim di hemû hevdîtinên bi hevkarên navneteweyî re ji aliyê me ve tê rojevê. Hevdîtinên li Pragê jî ne xanjîtî bûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button