All NewsTop

Artêş û hêza leşkerî ya heyî girîng e. senaryoyên muhtemel ên ji nû ve teşekirina nîzama cîhanê

Ewropa di lêgerîna nîzameke nû ya cîhanê de ye. Rojava bêyî Rûsyayê xeyal dike.  Ewropa di lêgerîna nîzameke nû ya cîhanê de ye. Rojava bêyî Rûsyayê xeyal dike. Ev îhtîmal ji Pragê ber bi Moskovayê ve hatin şandin, ku serokên welatên Yekîtiya Ewropayê jî di çarçoveya lûtkeya Komeleya Siyasî ya Ewropayê de li ser vê mijarê gotûbêj dikirin.

Doktorê zanistên siyasî, pisporê ewlekariya netewî û leşkerî Hraçya Arzûmanyan dibêje, sîstemên paşerojê yên nîzama nû ya cîhanê dê bêyî Rûsyayê bin, dê ji aliyê DYE û Çîn ve bên avakirin û Ewropa jî dê wekî sempatîzanê Washingtonê tevbigere.

Li gorî wî, guhertinên di ji nû ve şekildana cîhanê de dê riya şer bigire, lewra divê Ermenistan ji şerekî mezintir re amade be, şerê Rûsya û Ukraynayê tenê destpêkek e.

Zanyarê siyasî sê senaryoyan ji bo pêkhatina nîzameke nû ya cîhanê radixe ber çavan. di her du rewşan de, DYE îhtîmal e ku desthilatdariya yekpolar vegerîne.

Di rewşa duyemîn de jî dê di navbera DYA û Çînê de sîstemeke dupolar bê avakirin, di vê rewşê de dê Rûsya weke navendeke jeopolîtîk tine be.

Di senaryoya sêyemîn de dibe ku cîhan bikeve kaos û şerên ku bi dawî nabin.

Zanyarê siyasî ji bo derketina ji hemû rewşên navborî çareseriya herî baş di hêza leşkerî de dibîne, li gor wî divê Ermenistan artêşeke bi hêz û ava bike ku bikaribe li hember rewşên wiha rabe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button