PoliticsTop

Yekîtiya Ewropayê bang li rayedarên Azerbaycanê kir ku tavilê li ser gulebarana girtiyên Ermenî lêkolînê bikin

Nûnerê karûbarê derve yê YE Peter Stano, Duşemê li Brukselê di civîneke çapemeniyê de got, ku rayedarên Azerbaycanê tavilê lêkolînê li ser vîdyoya ku nîşan dide gulebarankirina girtiyên ermenî ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve were kirin.

Li gorî Stano, eger encamên lêkolînê rastiya vîdyoyê nîşan bidin, wê demê “ev tawaneke şer e û binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî ye”.

“Divê sûcekî wiha bê şermezarkirin:” wî got.

Beriya niha vîdyoyek li ser înternetê derketibû, ku tê de leşkerên Azerbaycanê li komek girtiyên ermenî diteqînin gulebarankirin dikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button