
Cîgirê rêvebirê kovara Le Figaro ya Fransî Cîan Krîstoph Buîsson li ser mîkrobloga xwe ya Twitter ê nivîsîbû, ku vîdyoyek hovane standye, ku tê de xuya dike çawa leşkerên Azerbaycanê çend girtiyên ermenî îdam dikin.
“Ev vîdyoya nû ya li ser sûcên şer ên Azerbaycanê ji hêla medya û rayedarên navneteweyî ve tê kontrol kirin,” Buîsson nivîsî.
Beriya niha li ser torên civakî vîdeoya gulebarana komek girtiyên Ermenî ji aliyê Azeriyan ve hatibû weşandin. Tê texmînkirin ku bûyera trajîk di dema êrişa Azerbaycanê, ya 13-14 Îlonê de bûye.