PoliticsTop

Divê civaka navneteweyî vê sûcê şer bi tundî şermezar bike: Paşînyan

Vîdyoyek din a hovane li ser torên civakî belav bû. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser Twittera xwe li ser vîdyoya gulebarankirina girtiyên ermenî ku duh li ser kanalên Telegramê hat belavkirin, nivîsî: Leşkerên Azerbaycanê bi awayekî keyfî komek girtiyên ermenî li ser xaka Ermenîstana serdest îdam dikin.

“Divê civaka navneteweyî bi tundî vê sûcê şer şermezar bike û ji bo rawestandina êrişên Azerbaycanê tedbîrên guncaw bigire.

Ermenîstan wê hemî mekanîzmayên navneteweyî yên heyî bikar bîne, da ku lêpirsîn û berpirsiyariyê misoger bike. Divê bersiveke rast ji van kiryarên şîdetê re bê dayîn û encamên wê ji bo êrîşkeran hebe.” nivîsî Nîkol Paşînyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button