PoliticsTop

Berdevkê Wezareta Parastinê li ser vîdyoya gulebarana girtiyên Ermenî nirxand

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê Aram Torosyan vîdeoya , ku tê îdiakirin ku leşkerên Azerbaycanê bi awayekî hovane girtiyên ermenî gulebaran dikin, nirxand.

“Niha em nikarin derbarê cih û demê de agahiyek diyar bidin, niha rayedarên peywendîdar li ser vîdyoyê lêkolîn dikin.

Em difikirin ku di rastiya wê de guman tune, ew destnivîsek tîpîk a hêzên çekdar ên Azerbaycanê ye. Ew destnivîs ji aliyê me û civaka navdewletî ve bi delîlên nayên redkirin yên dozên bi vî rengî yên berê ve tê zanîn:” got Aram Torosyan

Beriya niha li ser torên civakî vîdeoya gulebarana komek girtiyên Ermenî ji aliyê Azeriyan ve hatibû weşandin. Tê texmînkirin ku bûyera trajîk di dema êrişa Azerbaycanê ya 13-14 Îlonê de bûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button