PoliticsTop

Divê leşker vegerin cihên xwe yên pêşê: Helwesta Brîtaniya Mezin li hember êrişkariya Azerbaycanê

“Hikûmeta Brîtaniya Mezin, di dema navbeynkariya me ya li OSCE ya Viyanayê de jî, eşkere kir ku divê hêzên çekdar vekişin li cihên ku beriya destpêkirina şer lê bûn. Yekane rêya çareseriya aloziyê dîplomasî ye:” di peyama Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Ermenîstanê de, li ser lêpirsîna “Nûçe”yê ya der barê êrîşa dawî ya Azerbaycanê de, hat ragihandin.

“Me her tim, hemû pevçûnan de, hedefgirtina cihên sivîlan şermezar kirye. Ramanên me bi malbatên kesên ku di tundiya vê dawiyê de hatine kuştin an birîndar bûne.

Hikûmeta Brîtanya pêşwaziyê li vegera girtiyên şer û cnyazên miriyan mi dike. Em bang li aliyan dikin ku mijara vegerandina hemû girtiyên şer û cnyazên miriyan gotûbêj bikin.Raporên îşkenceyê gelekî acizker in û ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve lêpirsîneke berfireh pêwîst e:” peyama Balyozxaneya Brîtaniya Mezin ya li Êrîvanê de hat gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button