CultureTop

Çarçoveya hefteya modayê ya Mîlanoyê de, sêwirînerên ermenî bi tîşortên li ser nivîsa “Stand with Armenia” meşiyan

Çarçoveya foruma bazirganiyê ya “Textile Alliance Armenia-Italya” û Hefteya Moda ya Mîlanoyê de li Qesra Visconti pêşangeha koleksiyonên nû yên sêwirînerên Ermenî hat derbaskirin.

Di pêşandanê de koleksiyonên payîz-zivistanê yên 8 sêwirîneran (Sončess, Faina, RUZANĒ, Ariga Torosian, Nelly Serobyan, LOOM Weaving, Vahan Khachatryan, Kivera Naynomis) hatin pêşkêşkirin.

Beriya pêşandanê sêwirînerên Ermenî peyamek vîdyoyî pêşkêş kirin û tê de behsa kiryarên Azerbaycanê, îşkenceya u kuştina leşkera jin a ermenî kirin. Paşê sêwirînerên ermenî bi tîşortên li ser nivîsa “Stand with Armenia” meşiyan. Nivîskara wêneyên tematîk ên tîşortan Liana, hunermenda ji Artsaxê ye.

Forûma bazirganiyê û pêşandana modayê “Textile Alliance Armenia-Italya” îsal, cara pêşê, bi piştgiriya Wezareta Aboriyê ya Komara Ermenîstanê hat derbaskirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button