PoliticsTop

Nîkol Paşînyan Alêksey Overçuk qebûl kir

Serokwezîr Nîkol Paşînyan Alîkarê Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Alêksey Overçuk qebûl kir. Overchuk serokatîya heyeta Rûsî dike, ku li Êrîvanê beşdarî 9’emîna foruma nav-herêmî ya Ermenî-Rûsî, danûstandina bazirganî ya Ermenî-Rûsî û civîna hevserokên komîsyona hevkarîya aborî ya navbera Ermenî-Rûsya de dibe.

Serokwezîr diyar kir, ku tevî aloziya ser sînor a ji ber êrişa Azerbaycanê, biryar hat dayîn, ku tedbîrên ku ji bo pêşdebirina zêdetir hevkariya di navbera Ermenistan û Rûsyayê de di warên cûda de ne, neyên paşxistin. Nîkol Paşînyan hêviya xwe anî ziman ku çalakiyên hevpar ên li Êrîvanê tên derbaskirin wê bibe sedema berfirehkirina hevkariyê.

Alyên ser hevkariya Ermenî-Rûsya û mijarên din ên balkêş gotûbêj kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button