PoliticsTop

Ermenîstanê der barê kuştina leşkerekî Ermenî yê li Azerbeycanê de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da

Azerbaycanê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi awayekî tund binpê kir û leşkerê dîl Davît Gîşyan kuşt. Ermenîstanê beriya niha jî di doza kuştinê de serî li Dadgeha Ewropayê dabû. Di axaftina xwe ya li gel Radar Ermenîstanê de, berdevkê nûnerê Komara Ermenîstanê bo pirsên hiqûqî yên navneteweyî Hasmîk Samvelyan ev tişt got.

Li gor wê: “Davît Gîşyan dema dîl bû rastî kuştinê hat. Îro me Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê agahdar kir, ku Azerbeycanê xala 2 ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi awayekî tund binpê kiriye. Me jî li gorî xala 3’emîn serlêdan kir, ku mirov ji îşkence û heqaretê diparêze. Derket holê ku Azerbaycanê ev madeyên navborî binpê kiriye.”

Li gorî wê, Komara Ermenîstanê bi rêya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaz dike ku tedbîrek bilez li Azerbaycanê were sepandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button