PoliticsTop

CNN derbarê serdana Pêlosî ya Ermenîstanê de

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nênsî Pêlosî, dawiya vê hefteyê serokatiya şanda kongreyê bo Ermenistanê kir, ku li gorî ofîsa wê, bû bilindtirîn karbidestê Amerîkî ku ji serxwebûna sala 1991ê ve serdana Ermenîstanê kiriye, CNN dinivîse.

Armanca seferê balkişandina ser “pabendbûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Ermenîstanek aştiyane, dewlemend û demokratîk û herêmek Kafkasyayê ya bi îstîqrar û ewle bû:” tê gotin daxuyaniyekê de, ku roja Şemiyê ji hêla Demokratên California ve hatî weşandin.

Parlamenterên Demokrat jî bi Pêlosî re çûn Ermenîstanê, ku wê li ser Twitterê jê wan re got “şampiyonên Ermenîstanê yên serbilind û demdirêj”: Hevserokên Komîteya Karûbarên Ermenîyan a Kongreyê Frênk Pallon, Jêkî Spîar, Anna Eşyu.

Nûçe de tê gotin, ku ev serdan piştî pevçûnên kujer ên serê vê hefteyê yên li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê pêk hat. Her du dewletên Sovyeta berê,li ser meseleya Qerebaxa Çiya di nav nakokiyên bi dehan salan de ne.

Tundûtûjiya vê heftiyê tirs zêde kir ku her du welat dikarin li ber pevçûnek nû bin, lê karbidestekî payebilind ê Ermenîstanê derengiya Çarşemê got ku agirbestek bi Azerbeycanê re hate lihevkirin.

Li gorî rapora CNN`ê,Pêlosî roja Duşemê, li Êrîvanê, li civîneke çapemeniyê ya hevpar digel serokê meclisa netewî ya Ermenîstanê Alen Sîmonyan, “êrîşên neqanûnî û kujer” yên Azerbaycanê li ser sînorê Ermenîstanê şermezar kir. Wê her wiha pabendbûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo piştgiriya dewleta Ermenîstanê ya serdest, nîşan da.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button