PoliticsTop

Leşker Davît Gîşyan di dîlgirtinê de hate kuştin: Nûnertiya Komara Ermenîstanê li ser mijarên hiqûqî yên navneteweyî

Leşkerê mecbûrî yê Hêzên Çekdar ê Komara Ermenîstanê, Davît Gîşyan ku sala 2002’an de ji dayik bûye, di dîlgirtinê de hate kuştin. Berdevkê Nûnertiya Komara Ermenîstanê li ser mijarên hiqûqî yên navneteweyî, Hasmîk Samvêlyan, di gotûbêja bi “Armenpress”ê re got.

Cenyazê Davît Gîşyan nav 32 leşkerên bu, ku 17’ê Îlonê de ji aliyê Azerbaycanê ve hatibûn vegerandin.

Berê jî endamên malbatê ji vîdyoya ku li yek ji kanalên telegramê yên Azerbaycanê derketibû, leşker Gişyan nas kirin. Di vîdeoyê de diyar bû ku leşker ji milê xwe birîndar bûye û hatiye girtin. Di vîdeoyê de hat dîtin ku ji Gişyan re xizmeta tenduristiyê tê dayîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button