
Di 19ê îlonê de, bin serokatiya Serokwezîr Nîkol Paşînyan de Civîna Konseya Ewlekariy ê ya Komara Ermenîstanê hat derbaskirin, ku ev daxuyanî hat qebûlkirin:
Şeva 12-13ê Îlona 2022an, hêzên çekdar ên Azerbaycanê bi bikaranîna çekên qalibê mezin, top, sîstemên mûşekî û firokeyên bêmirov êrişeke berfireh li dijî xaka serweriya Komara Ermenîstanê pêk anîn.
Di encama êrîşê de hejmara kuştî û windayan gihişt 207 kesan, 3 jê sivîl, cihê 2 sivîlan nediyar e, 293 leşker, 7 sivîl birîndar bûn, 20 leşker jî dîl hatin girtin.
Belgeyên êşkence û bi vî awayî kuştina neqanûnî ya leşkerên ermenî yên dîl û kuştin ji aliyê Azeriyan ve hene.
Hêzên çekdar ên Azerbaycanê 36 deverên ku di nav wan de Gorîs, Sîsîan, Kapan, Jermûk, Vardenîs, Tex, Gexamasar kirin hedef û di encamê de 192 xanî, 3 otêl, 2 dibistan, 1 navenda tenduristiyê, 1 salona şahiyê bi qismî an jî bi temamî vêran kirin. 7 binesaziyên elektrîkê, 5 binesaziyên avê, 3 lûleyên gazê, 1 pir, 2 otoban, 1 kolan xerav bûne. 2 ambûlans, 4 maşîneyên taybet hatin hedefgirtin.
Hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji çend aliyan ve ketin nav axa serweriya Komara Ermenîstanê. Bi saya berxwedana domdar û qehremanane ya hêzên çekdar ên Ermenîstanê û tevlêbûna civaka navneteweyî, êrîşa Azerbaycanê hat rawestandin, lê rewşa leşkerî-siyasî aloz dimîne.
Siyaseta êrîşkar a ku ji aliyê Azerbaycanê ve tê meşandin, ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê, vekirina peywendiyên herêmî, têkbirina hewldanên ji bo çareseriya berfireh a pirsgirêka Qerebaxê û ferzkirina çareseriyên bi hêz li ser Komara Ermenîstanê ye.
Komara Ermenîstanê , piştî ku rojeva avakirina aştiyê û vekirina peywendiyên herêmî qebûl kir, siyaseta gef û zorê ya ku ji aliyê Azerbaycanê ve tê meşandin, qebûl nake.
Konseya Ewlekariyê daxuyand ku Komara Ermenîstanê wê bi her awayî serxwebûn, serwerî û yekparebûna axa xwe biparêze.
Divê leşkerên Azerbaycanê ji herêmên dagirkirî yên Ermenîstanê vekişin.
Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi berdewamî fişarê li Azerbaycanê bike, ji bo bidawîkirina dagîrkirina herêmên serwer ên Komara Ermenîstanê û vekişandina hêzên xwe. Em bi xêrhatina wan welatan û rêxistinên, ku helwestek zelal nîşan dane, dikin.
Di heman demê de, em pabendbûna Komara Ermenistanê ji bo pabendbûna bi erkê endamekî berpirsiyar ê civaka navneteweyî dubare dikin.