PoliticsTop

Sûrên Papîkyan serdana Zanîngeha Parastina Neteweyî ya Amerîkayê kir

Wezîrê Parastinê Komera Ermenîstanê di 8ê Îlonê di çarçoveya seredana xwe ya xebatê ya Devletên Yekbûyî yên Amerîkayê de serdana Zanîngeha Parastina Neteweyî ya li Waşîngtonê kir û li wir bi serokê zanîngehê general Mîşêl Plêîn re hevdîtinek pêk anî.

Hevdîtinê de çend mijarên girêdayî hevkariya warê perwerdeya leşkerî de hatin nirxandin. Wezîrê Parastinê Komera Ermenîstanê bal kişand ser pêşxistina hevkariyê di navbera Zanîngeha Lêkolînên Parastina Neteweyî ya Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê û Zanîngeha Parastina Neteweyî ya Ştatên Yekbûyî yên Amerîkayê ne tenê di warê organîzekirina dersên cûrbecûr de, lê her wiha di warê pêşxistina bernameyên perwerdeyê û metodolojîya hînkirinê de.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button