PoliticsTop

Hevdîtina tew hevserokê Amerîka yê Koma Mînskê de, serokwezîrê Komara Ermenîstanê tekezî li ser vegerandina proseya danûstandinan çarçoveya hevserokiyê de kir

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwaziya hevserokê nû yê Amerîkayê yê Koma Mînskê ya OSCE, Şêwirmendê Pilebilind li ser Danûstandinên Kafkasyayê Fîlîp Rîqer , kir.

Ji ofîsa serokwezîrê Ermenistanê Armenpressê re hat ragihandin, ku Nîkol Paşînyanji ber tayînkirina birêz Rîqer , ji bo wezîfeyeke berpirsiyar pîroz kir. Serokê hikûmetê tekezî li ser rola giring ya Amerîka weke hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE di proseya çareserkirina kêşeya Qerebaxê de kir. Nîkol Paşînyan tekezî li ser vegerandina proseya danûstandinan di çarçoveya hevserokatiya Koma Mînskê de û bikaranîna ezmûna Koma Mînskê di çarçoveya çareseriya giştalî ya pirsgirêka Qerebaxê de kir.

Hevdîtinê de gelek mijarên girêdayî pirsgirêka Qerebaxê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de behsa pirsgirêkên mirovî yên ji ber şerê 44 rojan hat kirin. Li ser pêwîstiya vegerandina girtiyên ermenî û girtiyên din, parastina mîrata çandî û olî ya ermeniyan li herêmên di bin kontrola Azerbeycanê de hatine destnîşankirin.

Her wiha li ser sererastkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê, îstiqrara herêmê û mijarên din ên girêdayî ewlehiyê hatin axaftin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button