
Encama anketa ku ji aliyê “Enstîtuya Komarî ya Navneteweyî” ve Hezîrana 2022’an de hatiye kirin, herî zêde baweriya wan bi kîjan siyasetmedar an jî kesî heye, beşdaran diyar kirin: Nîkol Paşşînyan – 16%, Robêrt Koçaryan – 3%, tu kesî – 64%, yên din- 8%.
Ser pirsa, ku ger hilbijartinên parlementê roja ledê bên kirin ew ê dengê xwe bidin kîjan partiyê yan jî îtîfaqê, beşdaran diyar kirin: Partiya Peymana Sivîl- 25%, îtîfaqa “Ermenistan”- 6%, Partiya Siyasî ya Ermenîstanê- 2%, Partiya Komarî ya Ermenîstanê- 1%, 25% ji beşdaran deng nadin, 15% bêalî ne.
Li ser pirsa ku hûn çiqasî ji karê wezîrên niha yên hikûmetê razî ne yan jî nerazî ne, 62% beşdaran diyar kirin ku ew ji Wezareta Rewşên Awarte ya Komara Ermenîstanê , 48% ji Wezareta Tenduristiyê, 43% ji Wezareta Perwerde, Zanist, Çand û Werzişê , 39% ji Wezareta Parastinê, 37% ji Wezareta Pîşesaziya Teknolojiya Bilind, 36% ji Wezareta Karên Derve, 36% ji Wezareta Kar û Barên Civakî, 29% ji Wezareta Edaletê gelek razî û razîne.