SocietyTop

Ij vê sala xwendinê mek’t’evê Ermenstanêda zimanê neh’îyê wê hînvin

Berne’ma r’öh’darkirina zanebûna neh’îyêye nav civakêye xwendinê idî hazire. Ij vê sala xwenêdinê mek’t’evê Ermenîstanênda görcikî, farisî, adrbêcanî û t’irkî wê hiînvin. 400 mek’t’eva e’rza wergöhastina van berne’mê dersaye wergirtinê t’emsîlkirine. Îdara xwendinê xwexa  wê bijbêre, k’a bi k’îjan zimanê neh’îyê hînkirinê wê t’eþkîlke. K’a axirsongî mecala çend mek’t’evaye isa wê heve, idî vê mehêda wê safîve.         

          Janna Andrêasyan

          Dewsgirtîya wezîrê CE-yî XÖ’MS

          “Mek’t’eva balk’êþîya  diha mezin bi p’ara zimanê t’irkî û adrbêcanî daye k’ivþê. Eva pêvajoya dînamîke, me ij h’alekî destpêkirîye, çaxê ev pêvajo t’eze destpêdive, yanî, mek’t’eva, p’êþezana, lê ez difikrim, em dikarin lez pêþda her’in.

          Serwêrtîya xwendinê nav mek’t’eva pirskirin derbazkirîye, ev berne’mê dersa isa jî îmt’îhankirinê derbazbûne. Zimanê görcikî û farisî mek’t’evê h’îmlî, lê adrbêcanî û t’irkî- mestirnda wê derbazvin. 

          Lîlît’ Movsîsyan

E’frandara berne’ma dersa adrbêcanî

“E’ne’nekirinê p’êþezanîyê hatne kirinê, pey wê yekêra hatne li wê qirarê, wekî diha baþe serê sêrîda ders her t’enê mek’t’eva mestirda bê dayînê- ij k’oma 10-a destpêkirî û h’erke ij k’oma 10-a destpêkirî sê sala þagrtê zimên saxtîkin, dêmek lap kêm ewê idî serwêrtîyê 2-3 dereca bikin”.

Bi gilîyê Taron Hovhannîsyanê xebîrê pirsê Adrbêcanê- fikir ya xirav nîne, lê lazime isa jî pirsa p’êþezana bidine ber h’esava. Ev pirsgirêk, saxî, isa jî Adrbêcanêda heye, k’îderê hînkirina zimanê ermenî diha zû hatîye r’ik’inkirinê, hilbet mek’t’evada dersa h’îmlî yan bijartinêye.

Taron Hovhannîsyan

Xebîrê pirsê Adrbêcanê

          “Hînkirina wane zimanê ermnîye ÿp’êce fire heye, lê isa nîne, wekî t’emamîya mek’t’evada r’ik’inkirîye û t’emamîya dersaxanda k’itêvê zimanê ermenîye dersa hene yan hîndivin, dîsa hedefî dixevtin, çimkî pirsgirêka e’ynîye, bi e’sasî çawa vê gavê ÿp’êce p’êþezanê me t’inene-   seva t’eþkîlkirina zimanê adrbêcanî û paþê isa jî ewqa war t’ine p’êþezanê bi hejmara mezin qebûlkin, ya e’ynî Adrbêcanêdaye”.

Adrbêcanêda bi berne’mê baþqe-baþqe zimanê me ne kö t’enê mek’t’eva û îxb, lê isa jî xeleqê qewatêda dimeh’înin. Bi gilîyê Taron Hovhannîsyan- xazma wexta þer’ê 44 r’ojê hindava adrbêcanîyada zanebûna zimanê ermenî wexta pêþdanînê þer’vanîyê gelekî alî wan kirîye.     

          Taron Hovhannîsan 

Xebîrê pirsê Adrbêcanê

          “Hînkirina wezareta  Adrbêcanêye xwexweykirinêye zimanê ermenîye cidî heye û h’îmlî ew p’êþezanê xeleqê qewatêda dixevtin hazirdike, lê isa jî bi meremê h’ecimkirina þîretk’arîya e’k’sîermenî”.      

          Balk’þe, wekî merza Kotayk’ê, wekî merza Ermenîstanêye t’enêye, wekî sînortaþa t’ö dewletekê nîne, e’rzê hînkirina zimanê neh’îyêye hereze’f t’emsîlkirine. Zimanê farisî t’ak’êþîyê dike. 8 mek’t’evê merzê pirsa p’êþezana karbûne safîkin. 22 mek’t’ev jî p’êþezanê angor diger’in.

          Karên Hûnanyan

Midîrê serwêrtîya merza Kotayk’êye xwendinê

“Warê Gêg’ardî jîyînê dereke ze’f k’awe, mesele, p’êþezanê wanî zimanê farisî heye  him xwestine him dikarin hînkirina zimanê farisî mîaserkin. Mesele, Kat’nag’byûrê r’ast gotî xwestîye zimanê adrbêcanî derbazvin, lê vê demê p’êþ’zan  hila hê nehatne dîtinê, em gere r’êsûrsa û xwestina xwe himberîhevkin, wekî bikarvin wê hînkirinê mîaserkin”.

Bi gilîyê dewsgirtîya wezîrê XÖ’MS- hînkirina zimana bi qeydê hînkirina zimanê ecnebîyî sisya wê mîaserve- h’evtêda seh’etek yan dö seh’etê dersa. Vê sala xwendinêda k’itêvê dersaye baþqe wê t’inevin.

Janna Andrêasyan

          Dewsgirtîya wezîrê CE-yî XÖ’MS

“Madeyê hînbûnê hene, k’îjan hindava çawa e’frandarê berne’mada hatne  pêþdadayînê, û berne’me wan hinartinê lazim werdigrin, isa jî hindava îxb-da,  hînkirina k’îjanaye van zimana heye,  p’êç’anê madeyê hînbûnêye berç’e’v pêþdanîn hatîye kirinê û me ew dane mek’t’eva, çawa ew zexîra vê demêye h’îmlî, bi k’îjanê xwendin dikare bê t’eþkîlkirinê.

Îdarê Ermenîstanêye xb-da vê gavê xwendina zimanê t’irkî, adrbêcanî, farisî û görcikîye dersdarîyê mîasernave. Pêþtirî fakûltêtê îxb, hine p’arada dersê baþqe yan bijartinê û berne’mê magîstrosîyê hene.

Janna Andrêasyan

          Dewsgirtîya wezîrê CE-yî XÖ’MS

“Bi p’ara görcnasîyê h’al diha çetinbû, vira p’êþezan diha hindikin û r’astî jî, r’êsûrs  ÿp’êce hindikin û  h’ewask’arî  jî qey tê bêjî ya  e’ynî nînbû, k’îjan  delîva zimanê dinêda, lê ez difikirim, wekî em dikarin vê yekê  isa jî r’öh’darkin û axirsongî, hînkirina zimanê neh’îyê bikine ya diha serwextbûnê”.

Bi qanûna derheqa xwendina civakîda, h’erke xwendina bajar’vane dersdarîyê t’ine- lê îxb xilazkirîye, ij wan zimana yekî jî zane, dikare t’ev berne’ma mexsûsve, 30 krêdîta berevke û  bi þöxölvanîya dersdarîyê mijûlve. Delîva herçar zimanada jî dersdayînê ij elîfbê wê destpêkin, B-1  derecê ewlekin.

Asya Darbînyan

E’frandara berne’ma dersê bi zimanê görcikî

“Wê him, him-ve.  Þagirt dikare zimanê görcikî 7, 8, 9-ada bijbêre, hînve û h’erke mek’t’eva ort’eda  najbêre, mecala wî heye 10, 11, 12-ada bijbêre yan him mek’t’eva ort’eda,  him mek’t’eva mestirda”.

Nar’a Vêranyan

E’frandara berne’ma dersê bi zimanê t’irkî

“Wê bikarvin r’eh’et têk’sta bixûnin, t’evayî e’ne’nekirina bikin, serecemê gilîkin. Ew lap bese seva zanebûna vê delîvêda dayî”.

          Salekê þönda serwêrtîya xwendinê encama wê saxtîke, têberdana wê serwextve, berne’mêda r’astkirina wê bike, pey çir’a isa jî pirsa k’itêvê dersa û îht’îmale isa jî p’êþezana wê safîve.

Hovhannês Vardanyan, R’oza Xaçatryan, Tîgran Babayan, Salix-sûlix

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button