EconomicsTop

Goveka berne’ma baþkirina bêqezîabûna sêysmîkda tê têr’adîtinê 46 mek’t’eva avakin: R’oza Xaçatryan

R’oza Xaçatryan

Seva zar’ê Nûbaraþênê sala xwendinê mek’t’eva kevnda destpêbû, lê zûtirekê vê mek’t’eva t’ezeavakirîda wê pêþda her’e.

Ij 2 p’aravayê mek’t’eva ser navê G’êvond Alîþane hejmara 95-a ê herîkevn hatîye xweykirinê- ê sala 1935-a 2-a bi t’ivdîra T’amanyan çêkirî, li k’îderê parva 743 zar’ ij seh’eta 8:30 h’etanî 19:30 dersa dikin.

K’rîstîna Papoyan

Serwêra mek’t’eva ser navê G’êvond Alîþane hejmara 95-a

“Derspêvajoyê em vî p’aravayîda mîaserdikin, serîbinî 11 kabînêtê me hene. Par me bi r’êjîma dösirê mîaserkirîye, û me isa jî p’aravayê merk’eza alîk’arîya zar’ayî bi 4 dersxana daye xevatê.

Tirsa h’ilþandina avayê belayêyî qeydê 4-a idî t’ine, bêsebrin, k’a dersa k’engê mek’t’eva t’ezeçêkirî, sêsmîk meh’kemda  wê mîaserkin.

K’rîstîna Papoyan

Serwêra mek’t’eva ser navê G’êvond Alîþane hejmara 95-a

“H emû tiþt bêqösûr tê çêkirinê, ze’f bedewe, bi standartê t’eze, bi nêzîkbûnê t’eze, h’emû tiþt hatîye h’esavhildanê- çawa seva dersdara, isa jî seva þagirtîa”.

Layv- kadrê dînamîk ij avakirinê

Ij pirsa wesfa xevatê avakir dixeydin- diha bi xemxörî berbir’î avayê seva zar’a têr’adîtî divin. Avakirin bawerbike xilazbûye,  niha dermandikin, t’emizdikin, wekî ij we’de h’evekî zû- 1-ê meha çirîya pêþin t’esmîlî xweyê r’ast-þagirtakin.

R’azmîk Ar’ak’êlayn

Cavdarê xevata înjênêrîyê

“Avayî bi ösûlê e’k’sîsûtmanê, germkirinê, hewagöhastinê, derdaanîn û derbirinê, bi sîtilxana angorî avroçapnîþa ewlebûîye”.

Avayê sêqatê bi t’emamîya þertê îdara sedsalyîa 21-êye xwendinêy lazim ewlebûîye, isa jî seva seqeta hink’ûfbûîye.

Layv lîft

T’erzîxane- seva cîgöhastina keç’a li p’êþxaneke din. Dersdar dikarin aroxayînvin, h’erke vira dara jî bêcerkin, dengê ot’axa r’exda neyê bihîstîinê, dîwar bi hûrt’êlê bazalt dengxewlekirîne.

R’azmîk Ar’ak’êlayn

Cavdarê xevata înjênêrîyê

“Eva dersxana k’îmîaêye, seva 24 þagirta t’exte cîwardivin, ser her t’extekî gere av û k’ar’êz seva xevata cêr’ibandina hevin, ot’axa r’exda  laboratorîyaye”.

Mek’t’ev 14 h’ezar m/ç mijûldike, p’ara h’ewþêye weke  8 h’ezar m/ç-da xevata baþkirinê, hêþnayîkirinê, selkirinê, qîrkirinê tê kirinê.

LAYV

Xwerinxane, oda r’eqasê, sportê, t’ent’ena, sîtilxane, idît hazirin. T’emzayî dimîne.

R’azmîk Ar’ak’êlayn

Cavdarê xevata înjênêrîyê

“R’engê qîç’ik gazbire, þîn ava sare, sor ava germe çûyînêye, lê sore h’evekî vekirî ava germe fititldayînêye. Sîtilxane bi dö  sîtilê 300 k/vat têr’adîtîye, çixara gazêye r’ojê wê 60 m/ç seh’etve”.

Xevata avakirina mek’t’eva h’îmlîye seva 648 þagirta têr’adîtî 3 sala k’iþandîye,  mîlîardek 200 mln dram bahê wê bûye. Mek’t’ev bi berne’ma Fonda pêþdaçûyîna Ermenîstanêye t’opraxaye “Baþkirina bêqezîabûna sêysmîk” hatîye dasekinandinê.

Hayk Galstyan

Ösûlvanê berne’ma baþkirina bêqezîabûna sêysmîk ya fonda CE-ye pêþdaçûyîna t’opraxa

“Mek’t’evê Vanazorêye hejmara 7-a, Qap’anêye hejmara 7-aye h’îmlî,  Xarbêrdêye hejmara dödaye ort’e, Gavar’êye hejmara 2-aye h’îmlî, R’ewanêye hejmarê 153-a, 51-ê, 135-aye h’îmlî xilazbûne”.

Ew  7 mek’t’evê bi berne’mê avabûyî û idî t’esmîlî xevtandinê bûyîne. Goveka berne’ma baþkirina bêqezîabûna sêysmîkda tê têr’adîtinê 46 mek’t’eva çêkin.

Hayk Galstyan

Ösûlvanê berne’ma baþkirina bêqezîabûna sêysmîk ya fonda CE-ye pêþdaçûyîna t’opraxa

“23-ada vê gavê avakirin pêþda diçe, 15 mek’t’evada xevata t’ivdarekdîtinê pêþda diçe, xevata t’ivdarekdîtina yekê xilazbûye,  pêþer’ojê lecê bê e’lmkirinê”.

Saya berne’mê seva 20 h’ezar þagirta þertê xwendinêye bêqezîya û  warê xwendinêyî t’eze wê bêne e’frandinê.

Hayk Galstyan

Ösûlvanê berne’ma baþkirina bêqezîabûna sêysmîk ya fonda CE-ye pêþdaçûyîna t’opraxa

“Îsal tê têr’adîtinê sê mek’t’evê t’eze vekin, ij k’îjana yek mek’t’eva R’ewanêye hejmara 95-aye h’îmlî, Ptg’ûnk’êye h’îmlî û Êg’êgnazorêye hejmara 1-êye h’îmlî”.

7 mek’t’ev jî saltireke din wê t’esmîlî xevtandinêvin. Bêqezîabûna mek’t’evaye sêysmîk bi h’emfînanskirina h’ökömetê  û bi mecalê  benka Asîaêye pêþdaçûyînêye qerz baþdive- bi bahê 107 mln dolarayî t’omerî.

Hayk Galstyan

Ösûlvanê berne’ma baþkirina bêqezîabûna sêysmîk ya fonda CE-ye pêþdaçûyîna t’opraxa

“Vê gavê em isa jî bi pêvajoya p’eydakirina hûrmûrê van mek’t’eva mijûlin, me lec e’lamkirîye, idî r’adestkirê meye bijartî hene, û  zûtirekê delîva hindava H’ökömetêda dayîna mecalê fînansîyêda emê r’adestkrinê destpêkin”.

Bi vê t’ivdîra tîpî xevata çêkirina 6 mek’t’eva zûtirekê wê destpêve.

Hayk Galstyan

Ösûlvanê berne’ma baþkirina bêqezîabûna sêysmîk ya fonda CE-ye pêþdaçûyîna t’opraxa

Têr’adîtîye seva 288 þagirta çêkin. Ÿlê Þênavan, Hnabêrd, Crarbî, Êranos, Gêtap’, Aragasavan.

Eva jî sifetê mek’t’eva R’ewanêye hejmara 45-ayî pêþer’ojêye. Fonda pêþdaçûyîna neh’îya sala 2025-a wê xilazve. Bi h’esavkirina t’emamîya serdestîyê mek’t’evê xweye çêkirî bi r’eqema vira ya sereke tînne bîr- ev mek’t’ev delîva e’rdh’eja h’etanî 9 balada meh’kemin.

R’oza Xaçatryan, Ÿdmond Hakobyan. Salix-sûlix

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button