EconomicsTop

57 mek’t’ev sirîya avakirinêye çapikdanin

Têxnîka gran ij ger’a avakirinê dûrdik’eve. Hosta destbi xemilandina mek’t’evê t’eze avadivin kirîye. Ya Kat’nag’byûrê h’etanî serê sale wê t’esmîlî xevtandinêve.

          Xaçîk Holîkyan

Xer’at

“Wexta xevatê her merivek ber îsafa xwe gere h’esava bike. H’erke tiþtekî dikî, gere normal bikî. Wesif, ya hereferz- wesif”.

          Ev cûr’ê mek’t’evê ç’ûke modûlîyê wê heve. Komîtêa þeheravakirinê vê gavê 22 mek’t’evê heman avadike- bahê 16 mlrd drama, 21 meþêdanin, avakirina yekê zûtirekê wê destpêve- göndê Tavûþêyî Dovêg’êda. Ij berne’mê avakirina 300 mek’t’eva, 500 baxçê zar’aye avakirinêye h’ecimfire komîtêa þeheravakirinê 150 ösûldike.

Arsên Mîrzoyan

Midîrê serwêrtîya mîaserkirina berne’mê þeheravakirinê ya komîtêa CE-ye þeheravakirinê

          “R’engê sorî sereke derbadanîna dêrî, qîç’ik sera werzandinêye, qatê döda, binxeleqê înformatîkayê, k’itêvxanêne. Deþta lîstinêye vekirî, ösûla te’vê, germoka hînbûnê.

          R’eng, made t’ev t’eþkîletê t’ivdarekdîtinê têne bijartinê. Meselê madeyê avakirinêyî xevtandinê r’ex p’êç’anê ter’ikî ê t’ivdîrê obyêktê xwendinê ser t’extê qölixçîyê komîtêa þeheravakirinêyî xevatêne.

Arsên Mîrzoyan

Midîrê serwêrtîya mîaserkirina berne’mê þeheravakirinê ya komîtêa CE-ye þeheravakirinê

          “Ij wan mek’t’eva 7-a tê têr’adîtinê h’etanî serê salê bivne sêrî, xevata mayîn 23-a wê xilazve”.

          Ij 150 berne’ma 57 sirîya avakirina çapikdanin. Mek’t’eva Kat’nag’byûrê seva 150 þagirtaye.

          Vardan Vardanyan

Serwêrê hevaltîya avakirinêyî îcrakirinê

          “Me selik p’eydakirine, wekî em gere destbi xevatê, xevata dermankirinê, isa jî xemlandina derva bikin, wekî em  mek’t’evê seranser bînne ser benga  wê”.

          H’etanî wê yekê mek’t’eva Kat’nag’byûrê sala xwendinê bi 8 þagirtê k’oma yekê destpêkirîye. Art’ûrê avayê kevinda ij warê t’eze þaþop’aþobûyî hevalê xwe þaþkirin.

          “Morêna, Valêrîa… wa Morêna. Mek’t’evê çêdkin, deþtada heye. Krîþ danîne, dîwar cidane”.

          Sîranûþ Mûradyan

Serwêra mek’t’eva göndê Kat’nag’byûrê

          “Fikirê meye t’eze ne kö bi h’esavê zanebûnê hene, lê isa jî- p’êþe, h’önerê, em dixwezin t’ev Armatê bik’evne nav hevk’arîyê, þöxölê meyî kirinê ze’fe. Dimîne bêne cîgöhastinê û derbazî xeveatêvin”.

          Bi berne’ma 2022-aye sûbvênsîon 55 misk’enada 74 baxçê zar’a têne avakirinê-dasekinandinê. 2022-a 121 misk’enada  162 baxçê zar’a hatne çêkirinê-dasekinandinê. P’areke dayînê seva çêkirina mek’t’ev-baxçê zar’a ij byûcêya dîwanîye, ew isa jî bi mecalê qerz, grandîyê têne avakirinê.

Arsên Mîrzoyan

Midîrê serwêrtîya mîaserkirina berne’mê þeheravakirinê ya komîtêa CE-ye þeheravakirinê

          “Berne’mê meye çêkirina 20 baxçê zar’a hene, yekya Arêvîkê, par destpêbûye, îsal wê xilazve, 7 pêvajoyê dinê k’ir’înêdanin, h’etanî serê salê xevata çêkirina 9 baxçê zar’a wê destpêve”.

          Masîsêda p’ara avayê mek’t’evêye t’eze tê çêkirinê. Nêrk’în Gêtaþênêda jî çêkirina mek’t’evê meþêdaye. Ij 13 ösûlê xwendinê 3- ê seva 31 göndê Qap’anê têr’adîtinê sirîya t’ivdarekdîtinêdanin. Derheqa 10-ada göhastin bûne- pêþdanîna t’ivdarekdîtinêva girêdayî. Bahê e’frandina modêla xwendinêye t’eze 9 mlrd dramn.

          Arsên Mîrzoyan

Midîrê serwêrtîya mîaserkirina berne’mê þeheravakirinê ya komîtêa CE-ye þeheravakirinê

          “Bi çapqirarçîyê wezareta xwendinêye t’eze xevtandina dersxanê p’ir’h’emt’eþkîl idî wê înk’arve, çaxê dersxanekêda 2-3 k’omê t’emena wê hînvin,  e’sasê hebûna 12 dersxana bûye ya e’seyî, vê kontêk’stêda em pêþdanîna t’ivdarekdîtinê lêdinihêr’in”.

          Ÿlê merza Syûnîk’êye girbûîye dinad- Sîsîanê, Gorayk’ê, Mêg’rîyê, Têg’ê, Gorîsê, Tat’êvêda lêk’olînkirina avayê mek’t’ev-baxçê zar’ada xilazbûye. Dö h’evtiyada salixê t’omerîvin, bahê berne’mayî h’esavkirinê wê xilazve, sala 2023-a çêkirin-dasekinandina 50 merk’ezê hînbûnê wê destpêve.

          Spartak Alêk’sanyan

          Serk’arê xevatê

          “Derê mek’t’evê wê ij virave…”.

          70%-ê xevata çêkirina mek’t’eva göndê merza Araratêyî Dêg’zûtê xilazbûye. Îdara xwendinê h’etanî serê salê wê t’esmîlî xevtandinêve. Derî, p’encere hatne cîwarkirin, aspêjxane p’ara þûþebendkirî cödadike, hine p’ar idî hatne selkirinê.

          Aramayîs At’oyan

          Înjênêr

          “Vê p’arêda oda t’ent’ena, vê p’arêda jî oda sportêye”.

          Eva ger’a mek’t’eva Êg’êgîsêye avakirinêye. Çêkirina îek’t’eva bi bergeha k’awe vebûnê serê salê wê xilazve. Serbanê mek’t’evayî qîç’ik-gewrda wê k’itêvxaneve. Sel seva germcödakirina dîwara û serbanin. Meha îlonêye hînbûnê bal xer’at xwestin pêþda anîye- paþda veger’e li k’örsîya þagirtîyê.

          Xaçîk Holîkyan

          Xer’at

          “Sêrîda baþe, lê paþê…”.

          T’ivdîrê t’öndöristkirinê bi p’êç’ana t’ivdarekdîtina komîtêa þeheravakirinêye t’embekirî hatne bêcerkirinê. Pêvajoya k’ir’îna navmalê, têxnîkayê sirîya destpêbûnêdaye.

          Nîkol P’aþînyan

          Serekwezîrê CE

          “Pêþer’ojêda  bi h’esavê 1-ê meha sala 2023-aye k’anûna paþin emê zanivin, k’a  çend mek’t’ev û çend baxçê zar’a wê t’esmîlî xevtandinê kirîvin. Paþê bi h’alê 1-ê meha sala 2023-aye îlonê çend mek’t’ev û baxçê zar’a… û isa h’etanî sala 2026-a, wekî seva me xerîta r’ê 300 mek’t’ev û 500 baxçê zar’a safîve û em bi ya îro  û bi byûcêkirinê û bi komponêntê mayîn bawervin, wekî em we’denîþa r’astdanin”.

          Bi berne’ma h’ökömetêye pêncsale, 2026-a çêkirin-dasekinandina 300 mek’t’eva û 500 baxçê zar’a gere xilazve.

Maya Xaçatryan,  Jîrayr Habêt’yan, Lîparît Asatryan. Salix-sûlix

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button