All NewsTop

Fitch Ratings pêşbîniya mezinbûna aboriya Ermenîstanê bi awayekî berbiçav baştir kiriye

Ajanseke navneteweyî ya dengdanê Fitch Ratings pêşbîniya geşepêdana aboriya Ermenistanê bi awayekî berçav baştir kiriye û Ermenistanê di asta B+ de binav dike.

Li gorî ajansa nirxandinê, pevçûnên Ukraynayê û cezayên li dijî Rûsyayê, bûne sedema koçberiya berbiçav a welatiyên Federasyona Rûsyayê, Ukrayna û Belarusê ber bi Ermenistanê ve. Hat destnîşankirin ku di nîvê ewil a 2022an da hejmara mêvanên welêt salane ji sedî 515 zêde bû.

Di heman demê de, Fitch Ratings pêşbînî kir ku di sala 2022-an de ji bo Ermenîstanê mezinbûna  ji sedî 6,4 û di 2023-2024-an de jî bibe 4,7%. Di pêşbîniya xwe ya berê ya meha Adarê ya îsal de, Fitch Ratings pêşbînî kiribû ku di dawiya sala 2022-an de Berhema Nesafî ya Ermenîstanê ji sedî 1,3 zêde bibe.

Ajansê metirsiyên têkçûna peywendiyên bi Azerbaycanê re, ku bandorê li aboriya welat dike, weke faktoreke neyînî bi nav kir, lê nayê pêşbînîkirin ku dê encamên giran hebin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button