All NewsTop

Ermenistan dê ji bo beşdarbûna civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê vexwendname werbigire

Ermenistan dê ji bo beşdarbûna civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê vexwendname werbigire. Civîna bilind wê 6ê Cotmehê li Pragê pêk were.

Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla kovara “The Guardian” ve hatî ragihandin.

Swîsre û Norwêc jî ku welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ne lê di nava bazara yekbûyî de cih digirin jî ji bo beşdarbûna lûtkeyê bên vexwendin. 9 welat ji bo tevlêbûna YEyê hatine vexwendin, ev jî Moldova, Ûkrayna, Gurcistan, Albanya, Bosna û Hêrzêgovîna, Montênêgro, Kosova, Makêdonyaya Bakur û Sirbistan.

Azerbaycanê jî ji bo beşdarbûna lûtkeyê dawetname werdigire.

Li gorî nûçeya The Guardianê, Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl got, xwestek heye ku Tirkiye ji bo lûtkeyê were vexwendin, lê ji bo vê yekê divê razîbûna hemû hevkaran hebe. Tê diyarkirin ku Yewnanîstan û Qibris li dijî beşdarbûna Tirkiyeyê ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button