
Alîkarê Serokwezîr Mhêr Grîgoryan pêşwaziya endamê Kolejiya Aborî û Siyaseta Darayî ya Komîsyona Aborî ya Avrasyayê (Wezîr) Bakîtjan Sagîntaêv kirîe.
Di hevdîtinê de mijarên hevkariyên di warên bîme û bazarên darayî yên di navbera welatên endam di çarçoveya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de û her wiha îmkanên bazirganiya hevbeş bi pereyên navxweyî hatin gotûbêjkirinê.
Her du aliyan tekezî li ser cîbicîkirina tedbîrên hevbeş bi armanca geşepêdana berdewam a aboriya welatên endam di çarçoveya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de li hember kêşeyên nûjen kirin.