All NewsTop

Azerbaycan dixwaze pêvajoya aştiyê têk bibe û bi bikaranîna hêzê siyaseta xwe ya paqijkirina etnîkî bidomîne. Ararat Mîrzoyan

Berdewam şirovekirina keyfî, ne rast a gotûbêjan û dûrketina ji peymanan, wê yekê dide bawerkirin ku Azerbaycan pêvajoya aştiyê têk diçe û siyaseta xwe ya paqijkirina etnîkî bi bikaranîna hêzê didomîne.

Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan dema li ser hin spekulasyonên li ser civîna 31’ê Tebaxê ya li Brukselê nirxand, bal kişand ser vê yekê.

“Wek ku me berê jî gotibû, di pêşniyarên ku Azerbeycanê di 10ê Adara 2022an de pêşkêşî me kiriye de tiştekî ku nayê qebûlkirin tune ye. Tiştekî din jî ew e ku ev pêşniyar hemû mijarên rojeva berfireh a aştiya Ermenî-Azerbaycanê nagirin. Mîrzoyan got, bi bersivdayîna welatên hevserokatiya Koma Mînskê re me rojev temam kir û lewma li ser vê bingehê em amade ne ku hevdîtinên aştiyê bidomînin.”

Paşê jî anî ziman ku Serokwezîr Paşînyan di hevdîtinên dawî yên li Brukselê de ev yek dubare kirîe.

Guh nekirina vê nêrînê yan jî hewldana guhnedana wê, dibe sedem ku aliyê Ermenî ji dilpakiya niyeta Azerbaycanê ya ji bo bidestxistina aştiyê guman bike. Her wiha berdewamiya şîroveyên keyfî û nerast ên danûstandinan û dûrketina ji cîbicîkirina rêkeftinan nîşan dide ku Azerbaycan dixwaze pêvajoya aştiyê têk bibe û siyaseta xwe ya paqijkirina etnîkî bi bikaranîna hêzê bidomîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button