
Wezareta Karên Hundir a Artsaxê di daxuyaniyekê de ragihand, beşa rêya Sûşî-Bêrdzor-Gorîs a rêbeja navdewletî ya ku Artsaxê bi Ermenîstanê re girêdide wê heta 31’ê Tebaxê kar bike.
“Aşitparêzên Rûs dê di heyama navborî de derbasbûna azad û ewle ya welatiyên ku derbasî Komara Artsaxê dibin an jî diçin Komara Ermenîstanê misoger bikin.
Wezareta Karên Hundir dê der barê rêya nû ya alternatîf de agahiyên zêde bide.”