All NewsTop

Di nîvê ewil a îsal de bazirganiya di navbera Ermenistan û Rûsyayê de ji sedî 42 zêde bûye. Paşînyan û Mîşûstîn civîne

ARMENPRESS ji Ofîsa Serokwezîrtiyê hatîe ragihandin, di çarçoveya Civîna Encumena Navdewletî ya Avrasyayê de, li bajarê Çolpon-Ata yê Kirgizîstanê, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokwezîrê Rûsyayê Mîxaîl Mişûstîn hevdîtin pêk hatîe.

Mîxaîl Mîşûstîn ewil silavên germ û hêviyên Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn gihandin Serokwezîr Paşînyan û destnîşan kir, “Di van demên dawîn da we bi hev re mijarên di rojeva têkiliyên navbera Federasyona Rûsyayê û Komara Ermenistanê de gotûbêj kirîe. Herî dawî jî me li Mînskê di çarçoveya civîna Konseya Navdewletî ya Avrasyayê de bi hevra re hevdîtin kirîe.

Helbet hem di rojeva dualî de hem jî li ser têkiliyên me yên di çarçoveya EAEU de, di mijarên aktuel de divê diyalog bidome. Dixwazim careke din tekez bikim ku em têkiliyên xwe yên dostane û biratî yên bi Ermenistanê re, ku li ser bingeha têkiliyên kûr ên dîrokî û manewî yên di navbera gelên me de ne, bilind dinirxînin. Hefteya bê, di 29ê Tebaxê de, em ê salvegerek girîng pîroz bikin – 25emîn salvegera îmzekirina Peymana Dostanî, Hevkarî û Alîkariya Hevalî, ku bingehên têkiliyên hevalbendiyê di navbera Federasyona Rûsyayê û Ermenistanê de danî.

Bi hevkarên xwe yên Ermenî re, em biryarên operasyonê digirin ku armanca wan parastina hevkariya xwe ya bazirganî û aborî ye, di nav de şert û mercên cezayên neqanûnî yên li dijî Rûsyayê. Encamên me yên berbiçav hene. li gorî encamên 6 mehên destpêkê yên îsal, li gorî heman heyama sala borî, bazirganiya me ya hevbeş ji sedî 42 zêde bûye. Bi hejmarên mutleq, gihaşt 1 milyar û 600 milyon dolarî. Bi awayê, ev yek nîşanek rekor e di danûstendina bazirganiya me ya hevbeş de. Derbarê razemeniya sermayeya Rûsyayê ya li Ermenistanê de, ew digihêje 2 milyar dolaran.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button