
Di 22ê Tebaxê de, Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê, Orgeneral Êdward Asryan, balyozê Fêdêrasyona Rûsyayê yê li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn qebûl kirîe. Li civînê da hazir bûîe kolonel Igor Şçêrbakov girêdana bi pirsê parastînê ye balyozxaneê Fêdêrasyona Rûsyayê.
Sêrgêî Kopîrkîn ji ber ku Êdward Asryan dest bi wezîfeya Serokatiya Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar kirîe, pîroz kir û di peywira xwe ya berpirsyar de serkeftinê jê ra xwast. Di civînê de çendîn mijarên di warê hevkariyên leşkerî û ewlekariya herêmê de hatine nîqaşkirinê.