
Ji ber teqîna, ku navenda bazirganiyê ya “Surmalu” ê de pêk hat, biryara Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di 17-18ê Tebaxa 2022an de şîn hate îlankirin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, biryara Serokwezîr ser malpera e-gov.am hatiye weşandin.
“Li gor xala 7, beşa 5 a ya kanuna “ser avahî û xebata hikûmetê”:
- Ji bo bîranîna welatiyên ku di 14ê Tebaxa 2022an de encama şewat û teqîna ser xaka “Karxaneya Kanserê ya Êrîvanê” mirin, li Komara Ermenîstanê de navbera 17-18ê Tebaxa 2022an de şîn hat îlankirin:” di biryarê de tê gotin.