SocietyTop

Li Ermenîstan û Artsaxê roja şînê ye: avahiyên dewletê de ala Komera Ermenîstanê tê daxistin

Îro 17ê Tebaxê û sibe 18ê Tebaxê li Komara Ermenîstanê rojên şînê ye.Ev biryar duh, 16ê Tebaxê, ji aliyê Serokwezîrê Komera Ermenîstanê Nîkol Paşînyan vê hate dayîn.

Ji bo bîranîna kesên ku di encama teqîna li navenda bazirganiyê ya “Surmalu” de mirine, rojên şînê hatin ragihandin. Di rojên şînê de li komarê ala neteweyî tê daxistin, konser û şahî tên taloqkirin û deqeyek rêzê tê ragihandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja 14ê Tebaxê saet di 13:23an de li navenda bazirganiyê ya Surmaluyê teqînek pêk hat. 62 welatiyan serî  navendên tenduristiyê yên bajarê Êrîvanê dan, 7 ji wan dermankirinê berdewam dikin û yên mayî jî tedbîrên guncav standin û hatin derxistin.Hat zanîn ku heta niha 16 kesan mirine, li 2 kesan jî hê digerin .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button