All NewsTop

Alîêv jî venaşêre ku siyaseta qirkirinê meşandîe, lê civaka navneteweyî bêdeng e. Davîd Babayan

Di hindrê Azerbaycanê de tiştekî namîne, herke di nav Azerbeycanê de ji nişkêva ve derkeve holê dê Artsax bi giştî winda bibe, ev raste  ku bi dîrokê de hatîe îsbatkirinê. Wezîrê Karên Derve yê Artsaxê Davîd Babayan di axaftina xwe ya li gel televîzyona giştî ya Artsaxê de ev tişt gotîe.

“Ji ber vê yekê, divê em hemû baş fêm bikin û ji nişkêva neyêne xapandin û nefikirinê ku bi vî rengî çareserkirina kêşeyan dikare bive.”

Li gorî Babayan, eger helwesteke bêalî hebûya, diviyabû Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîêv ji ber vê gotinê ji aliyê saziyên navneteweyî ve bihata cezakirinê. “Helbet Alîêv venaşêre ku wî şer daye destpêkirin, êrîşkar e, hiqûqa navneteweyî bi awayekî hovane binpê kiriye, di heman demê de îcrakarê siyaseta qirkirinê ye. Em dibînin ku civaka navneteweyî bêdeng e, em dibînin ku rêxistinên ku divê hişyariyê bidin jî bêdeng in. Rastiya ku pirsgirêka Artsaxê ne pirsgirêkek navxweyî ya Azerbaycanê ye, pir eşkere û zelal e û hemî belgeyên navneteweyî jî vê yekê belge dikin, di nav de daxuyaniya nebaş a 9ê çirîa paşin 2020an.

Babayan gotîe – “Tiştekî xwezayî ye ku Aliyev bi daxuyaniyên wiha hewl dide pêvajoya çareseriya navneteweyî têk bibe, lê ez bawer nakim ku di vê yekê de bi ser bikeve.” Beriya niha Serokomarê Azerbaycanê ragihandibû ku ermeniyên li Qerebaxê dijîn, ne xwediyê statuyê ne, ne serbixwe ne, ne jî îmtiyazên taybet, ermeniyên Qerebaxê dê hemwelatiyên asayî yên Azerbaycanê wê bivin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button