PoliticsTop

Rojnameya Tirkî der barê têkiliyên Rubinyan-Kêlîç de hin agahî dan

Rojnameya Hurriyet a Tirkî hin agahî derbarê peywendiyên nûnerên taybet ên pêvajoya têkiliyên Ermenî-Tirkiyê Ruben Rubinyan û Serdar Kiliç belav kir.

Li gor nûçeya “Armenpress”ê, rojnameyê amaje bi çavkaniyek nenas ji Wezareta Derve ya Tirkiyê kiriye.

Hat diyarkirin ku aliyan carekê li Moskovayê û 3 caran li Viyanayê hevdîtin kirine û zêdetirî 500 caran bi telefonê axivîn.

“Li gor zanyariyên, berpirsên wezaretên guhastin, bazirganî û karên derve yên her du welatan wê li ser aliyên teknîkî yên gavên ku di çarçoveya proseya asayîkirinê de hatine avêtin gotûbêj bikin. Piştî civîna nûnerên taybet Serdar Kiliç û Ruben Rubinyan di meha Tîrmehê de li Viyanayê, li ser vekirina kargoyê hewayî yên rasterast di navbera her du welatan de û vekirina sînoran ji bo welatiyên welatên sêyemîn de lihevkirinek hate kirin.

Di çerçoveya wê de tê plankirin ku li ser gavên ku ji aliyê şandeyên teknîkî ve bên avêtin de nîqaş bên kirin û nexşerêyek bê çêkirin. Cihê civîna bê ya ku wê di meha Îlonê de pêk were, hîn nehatiye diyarkirin:”di belavokê de tê gotin.

Tê destnîşankirin ku di navbera her du welatan de lihevkirinek heye ku di pêvajoya çareseriyê de gav bi gav pêş bikevin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button