All NewsPoliticsTop

Me carekê winda kir û ev nayê wê wateyê ku em her dem winda bikin û her dem tawîzan bidin. Marûkyan

Balyozê wezîfedarkirinê taybet Êdmon Marûkyan bi kanala RTVI ya navneteweyî re hevpeyvînek kir û li ser rewşa Qerebaxê û mijarên din ên têkildarî siyaseta derve ya Ermenîstanê axivîe.

Marûkyan li ser mijara sînorê Ermenistan-Azerbaycanê jî dîsa helwesta Ermenîstanê bi bîr xist ku divê leşkerên Azerbaycanê ji axa Ermenîstanê ya ku ji sala 2021’an û vir ve dagir dike, biterikînin û destnîşan kir ku bi hemû nexşeyên berdest tevî nexşeyên Yekitiya Sovyetê ya ku di Federasyona Rûsyayê de maye, ew axa serweriya Ermenistanê ye.

Marûkyan dûpat kir ku Ermenistan piştgirê aştiyê ye û ji bo pêkanîna wê her gav avêtiye, her wiha bangên curbicur ên leşkerî yên aliyê Azerbaycanê û hewldanên curbicur ên Azerbaycanê ji bo çêkirina aloziyê li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê şermezar kir.

Marûkyan destnîşan kir ku di rewşeke wiha de dema ku li ser sînoran gule tê reşandin de karê  xêzkirinê nayê kirin. “Mijara sînorkirin ne karê çend rojan e. ev pêvajoyeke dirêj e ku divê di şert û mercên aram de bê meşandin. Divê weke pêvajoyek di navbera aliyên serketî û yên têkçûyî de nemeşe, ji ber ku wê demê ne mimkun e ku encamek were bidestxistin. Divê em wisa bimeşin ku em bigihin çareseriyeke ku bi îngilîzî wekî çareseriya “win win” tê zanîn, dema ku hemû alî bi serketî ji pêvajoyê derkevin.”

Êdmon Marûkyan amaje bi mijara enclavsê jî kir û got, li gorî nêrîna xwe ya şexsî divê li derveyî nîqaşan bên hiştin, ji ber ku li gorî daxuyaniya 9’ê çirîa pêşin, leşker wê demê li herêmên ku lê ne dimînin. “Em carekê binketin, û ev nayê wê wateyê ku em her gav gere binkevin û her gav tawîzan bidin. Bira tu kes hêvî neke ku têkçûna me bêdawî û bêdem e û divê em her tim wekî binketî.”

Marukyan der barê îhtimala vekirina peywendiyên li herêmê da jî got ku fikrên ku tenê ji bo Azerbeycanê bi kêrî wê tê, şaş in. Marukyan bo nimûne besa Larsê kir ku dikare bi rojan girtî bimîne û destnîşan kir ku alternatîfa wê ji bo Ermenîstanê pêwîstiyek e. Wî nûçeyên derbarê çareseriyên bi mantiqê korîdorê ji aliyê Azerbaycanê ve wek spekulasyon bi nav kir û da zanîn ku mijarên wiha nayên nîqaşkirin û tenê li ser vekirina asayî ya rêyan li gorî yasayên her welatekî û prensîba parastina serweriya welat e.

Marûkyan bal kişand ser hevdîtinên li ser peymana aştiyê ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, diyar kir ku Ermenîstan ji Azerbaycanê tu daxwazeke erdî nîne û destnîşan kir ku pirsgirêka Artsaxê ne meseleyeke axê ye û destnîşan kir ku  sedsala 21’an de mafên hê grîngn. Her wiha bal kişand ser mijara statuya Artsaxê û diyar kir ku weke ku aliyê Azerbaycanê îdîa dike, heta niha kêşe nehatiye çareserkirin. Marûkyan anî ziman ku Ermenîstan ji bo çareserkirina pirsgirêkê di çarçoveya Koma Mînskê ya OSCE’yê de xebatên aktîf dimeşîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button