EconomicsTop

Banka Pêşketinê ya Avrasyayê wê 37 milyon dolar ji bo avakirina 11 santralên tavê Ermenîstanê re bide

Bankeya Pêşketinê ya Avrasyayê ji bo avakirina 11 santralên enerjiya rojê yên bi kapasîteya 65 MW li navçeyên Gêxarkûnîk û Aragatsotnê wê heta 37 milyon dolarî bide Komara Ermenîstanê. Weke ku “Armenpress” dide zanîn, ev peyama dezgeha çapemeniyê ya Bankeya Pêşketinê ya Avrasyayê ye.

Tê gotin ku belgeyên pêwendîdar li Êrîvanê ji aliyê serokê lijneya rêveberiya Bankeya Pêşketinê ya Avrasyayê Nîkolay Podgûzov û serokê Koma şîrketên “Ênêrjîya Nû” Hayk Harûtyuûnyan ve hatine îmzekirin. Hemû tesîs wê jixwe îsal bên xebitandin.

“Îro pergala enerjiyê ya Komara Ermenîstanê li ser bingeha hêza termal, atomî û hîdroelektrîkê hatiye avakirin. Çavkaniya herî mezin a dabînkirina elektrîkê û hilgirê sereke yê enerjiyê ji bo vexwarina dawî gaza xwezayî ye. Heya sala 2026-an, peywira Bankê ew e ku beşdarî cûrbecûrkirina çavkaniyên hilberîna elektrîkê li Komarê bibe”: got Nîkolay Podgûzov

Armanca memorandumê ew e ku ewlekariya xurek û pêşkeftina aborî ya domdar a Komara Ermenîstanê di sektora çandinî-pîşesaziyê de pêşketin hebe. Bankeya Pêşketinê ya Avrasyayê wê bi fînansekirina projeyên di sektora çandinî-pîşesaziyê de piştgirî bide hikûmeta Ermenîstanê, ku wê beşdarî kûrkirina hilberandina madeyên xav û zêdekirina nirxa lêzêde ya hilberên çêkirî bibe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button