All NewsTop

Ji bo sererastkirina rêzên Larsa Jorîn bi Rûsyayê re xebat tên kirin. Wezîrê Aboriyê yê Ermenistanê 

Ji bo sererastkirina rêzên Larsa Jorîn bi Rûsyayê re xebat tên kirin. Wezîrê Aboriyê yê Ermenistanê Vahan Kêrobyan di axaftina xwe ya bi “Armenpress”ê re gotîe. 

Kêrobyan bi bîr xist ku bi hevkarê xwe Wezîrê Pêşketina Aborî yê Rûsyayê Maksîm Rêşêtnîkov ra li nuqteya kontrolê ya Larsê hewl dane li cih û warên xwe çareyan bibînin û destnîşan kir ku divê qadeke duyemîn jî ji bo gumrikê were veqetandin, ev yek jî hatiye kirin. 

Bi gotina wezîrê aborîêra “Di meha tîrmehê de li gorî meha hezîranê, kargoya ermeniyan ji sedî 10 zêde bû. Ew ji me plankirî kêmtir e ji ber ku me fikirîn ku divê herî kêm ji sedî 30 zêde bibe. Ez ê van daneyan bi hevkarê xwe re parve bikim. Di warê rêzan de bi xwe, pêşkeftinek me heye, lê ne bi qasî ku me plan kiribû. 

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button