
Bi cêr’ibandina tirsê nav ermenîyê Arsaxê belakin. Derheqa wê yekêda “Armênprês” e’lamdike. E’lamnivîsarê bi p’êlê Têlêgramêye adrbêcanî belabûnêda hejmarê t’êlaye bi koda +374 (047) destpêbûnê k’ivþdivin. P’êlê adrbêcanî li peyr’evê adrbêcanî dikne bangî sirêdor bi t’emamîya hejmara t’êlêxin, tirsê bikne dilê ermenîya û ij wan derheqa cîwarbûna t’e’vîyê ermenîye þer’vanîyê, qeleça, zexîrê wanda “salixê k’ardar” bistînin. Saxî, k’ivþdive, wekî “emê xwexa wan salixa t’ehwîlî xizmetk’arîyê Adrbêcanêye mexsûs û wezareta xwexweykirinêkin”. E’lamnivîsar bi bêqedirkirinê xeysetê r’asîstîyêye li nav-nîþanê ermenîya têne hevr’êkirinê.