PoliticsTop

Mîrzoyan û Lavrov li ser pêvajoya pêkanîna peymanên sê alî gotûbêj kirin

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan 2’yê Tebaxê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bi telefonê xeverda. Li gorî “Armenpress”ê, Wezareta Derve ya Federasyona Rûsyayê li ser vê yekê agahdar dike.

Di xeverdana telefonî de pêvajoya pêkanîna peymanên sê alî yên asta bilind ên 9ê çiriya paşina 2020, 11ê Çileya 2021 û 26ê çiriya paşin 2021 hatin gotûbêjkirin. Soza pêkanîna wan bi awayekî berfireh û bi bandor dubare hate kirin, bi taybetî, mijarên vekirina blokên veguhastinê û aborî, yên li Kafkasya Başûr, xêzkirina sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê û birêkûpêkkirina têkiliyên Êrîvan û Bakûyê.

Di çarçoweya peywendiyên dualî de, balkişandineke taybet li ser rewşa niha ya peywendiyên Rûsiya û Ermenîstanê û hêviyên nêzîkbûna zêdetir, herwiha pêkanîna peymanên, ku serdana fermî de ya serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bo Rûsyayê di 19-20ê Nîsanê de û di çarçoveya lûtkeya RPEK ya 16ê Gulanê de, pêk hatin.

Asta bilind a hevkarîya Êrîvan û Moskowê di çarçeweya strukturên entegrasyona hevpar a Ewrasyayê de, bi kêfxweşî hate tekez kirin. Li ser plansaziya çalakiyên dualî yên pêşeroj hatin gotûbêjkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button