TopWorld

Berhem Salih: Cezakirina kesên komkujiya Êzidiyan kirine erk û mafe

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih bi boneya 8’emîn salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Bi azarek zêde salvegera komkujiya Êzidiyan dikin ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî zarokên me kir.

Em salvegera heştemîn a komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê me yê Êzidî pêk anîn û bi armanca bidawîkirina hebûna wan pêk anî, bi êş bi bîr tînin.

Ev rûpelek xemgîn e ku wijdanê mirov bi tawanek ku ferqê naxe navbera jin û mêr, zarok û mezinan de dihejîne. Yek ji kiryarên herî xerab ên ku cîhanê di dîroka nûjen de dîtiye.”

Berhem Salih diyar kir ku cezakarina kesên ku destên wan di komkujiya çeteyên DAIŞ`ê li dijî Êzidiyan de heye, erkek û mafekî bêhempa ye û got: “Erka me ye ku em yasaya jinên Êzidî yên rizgarkirî derxînin û bi dadmendî bi qurbaniyan re mijûl bibin û tazmînata wan bidin.”

Berhem Salih eşkere kir ku ji bo diyarkirina çarenivîsa 2 hezar û 700 kur û keçên Êzidî yên heta niha nediyar in di nava xurtkirina hewlanên navneteweyî û navxwedene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button