TopWorld

Dadgeha Almanî duyemîn mehkûmkirina jenosîdê li dijî endamekî DAIŞê piştî koletî û destdirêjiya li ser jineke êzîdî li Sûriyê derxist

Daxuyaniya çapemeniyê ya şêwirmenda mexdûran Amal Kluneî, Sonka Mehner û Natalîe von Wîstînghausen, rêxistina civaka Êzidî Yazda û Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadîa Murad.

Hamburg, 27 Tîrmeh 2022

 Dadgeha Bilind a Herêmî ya Hamburgê endama almanî ya DAIŞê Jalda A. bi tawana alîkarîkirin û piştgirîkirina jenosîdê û herwiha bi tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên cengê ji bo koletî û destdirêjiya li ser jineke êzîdî, “M” mehkûm kir. Bersûc 5 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev duyemîn mehkûmkirina endamekî DAIŞ e ji bo jenosîd ji ber hovîtiyên ku li dijî hindikahiyên olî yên êzîdî li Iraq û Sûriyê hatine kirin. M di dozê de şahidê sereke bû û wekî hevşaredar tevlî dozê bû. Ew ji hêla parêzerê Brîtanî  Amal Kluneî, û parêzerên Alman Sonka Mehner û Natalîe von Wîstînghausen ve tê temsîl kirin.

Li gorî biryarê, ku heyeta dadgehê ya ji 3 dadweran pêk tê, piştî dadgeheke 11 rojî bi devkî pêşkêş kir, tawanbar di Nîsana 2014an de ji Almanyayê çûbû Sûriyê. Li wir bi çend çekdarên payebilind ên DAIŞê re zewicî  u yek ji wan M di sala 2017 de çend hefte wek koleyekî  dîl girtî bu.

Heyeta dadgehê destnîşan kir ku bi kiryarên wê, bersûcê alîkarî û piştgirî da hewla DAIŞ’ê ya tunekirina koma olî ya êzîdî û sûcên ku hatine kirin wek jenosîdê ne. Dadgehê destnîşan kir ku ‘ne mimkûn e’ ku bersûc haya wan ji zilma DAIŞ’ê ya li ser Êzidiyan tune be, piştî ku ji sê salan zêdetir di nav Dewleta Îslamî de jiya û bi endamên payebilind ên DAIŞ’ê re zewicî bû. Her wiha bersûc bi xwe jî piştgirî da îdeolojiya DAIŞ’ê û Êzidiyan weke ‘kafirên qirêj’ bi nav kir.

Dadgehê diyar kir ku wê îstismara fizîkî û zayendî ya mêrê xwe ya li ser M, bi nobedariya jinê û nehiştina wê ji revê hêsan kiriye. Bersûc bi xwe jî gelek caran îstismara fizîkî li M kirye. Di nav vê yekê de sê rewşên îstismara bi taybetî giran ji hêla bersûc ve, ku M bi porê wê li ser erdê kaş kir, serê wê li dîwarê xist û bi meşaleyê li rûyê wê xist. Bersûc û mêrê wê jî M mecbûr kirin ku kar û baran bike, kurê bersûc xwedî bike û li gorî hukmên îslamê nimêj bike. Ji bilî alîkarîkirin û piştgirîkirina jenosîdê, dadweran ew bi tawanên li dijî mirovatiyê yên ku bi rêya çewsandin, kolekirin û bêparkirina giran ji azadiyê, û alîkarîkirin û piştgirîkirina tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên cengê hatine encamdan, sûcdar dîtin.

M. dema li dadgehê îfade da, 2 rojan bi wêrekî axivî, bi tercumanek bi berfirehî qala darizandinên ku jialye  bersûc hatiye kirin. Wê êrîşa li ser gundê xwe, kuştina  xort û jinên mezin, û veguhestina keçên biçûk  ber bi Reqa vegot. Dadwerên dozê di eşkerekirina biryara xwe ya li pêşberî M. de diyar kirin ku M 15 caran hatiye kirîn an firotin û ji aliyê 14 ‘xwayên koleyan’ ve hatiye tecawizkirin. Dadger destnîşan kir, ku bêyî îfadeya pêbawer a  M, bersûc nedihat  e darizandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button