All NewsTop

Ararat Mîrzoyan bi serdanekî xebatê wê here Pragê

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di 26’ê Tîrmehê de wê bi serdaneke xebatê li Pragê paytexta Komara Çekê be. Wezareta Karên Derve ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê wê bi Wezîrê Karên Derve yê Komara Çek Yan Lîpavskî û Serokê Senatoyê Mîloş Wîstrçîlî re hevdîtinan pêk bîne.

Di çarçoveya serdanê de dê mijarên girêdayî berfirehkirina têkiliyên Ermenistan û Çekyayê, xurtkirina hevkariyên di warê demokrasiyê de, têkiliyên Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê û herwiha ewlehî û îstiqrara herêmê bên gotûbêjkirin. Civîna Ararat Mîrzoyan û Yan Lîpavskî piştî civîna wezîrên karên derve tê lidarxistin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button