
Nasnameya xortekî êzîdî ku ji zindana Hesekê ya Kurdistana Sûriyê hatibû rizgarkirin, hat eşkerekirin.
Hişyar Şakir ê 17 salî di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û ligel endamên wê koma têrorîst bi şaşî hatibû girtin.
Serokê Dezgeha Revandina Êzdiyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Husên Kaîdî vê heftiyê ragihand ku Hişyar ku xelkê devera Şingalê ye, berî 8 salan di dema êrişa DAIŞê bo ser herêma êzdiyan de tevî malbata xwe hatibû revandin.
Zarok çiqas di zindana de maye nayê zanîn. Di 18’ê Tîrmehê de bi silametî vegeriya Şengalê.
yazidis.info dinvîse