TopWorld

Bi xurtkirina ciwanan ji bo Şengalê siberojeke domdar ava dike

Dema ku mijar ji nû ve avakirina civaka Êzidî tê, hêza ciwanan di pêvajoya afirandina civakên dadperwertir, dewlemendtir û domdar de pêkhateyek girîng e.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Şengalê di sala 2014’an de, Xeyrî 5 salan li kampa Xankê ma. Hêviyên wî yên ji bo pêşerojê ji nişka ve hatin sekinandin, lê wî tu carî çavê xwe ji motîvasyona xwe ya çêtirkirin û domandina fêrbûnê winda nekir. Ji ber vê yekê ew beşdarî bernameya JWL, Dîploma di Lêkolînên Lîberal de, li kampa Khanke bû.

“Em di şert û mercên nebaş de dijîn û derfetên me pir kêm in. Ji bo min firsendeke mezin bû ku ez zanyariya xwe pêş bixim û zêdetir jêhatîbûn bi dest bixim.”

Xeyrî piştî ku sertîfîkaya xwe ya JWL qedand di sala 2019an de vegeriya Şengalê. Wî vekirina navenda JWL Sunini wekî fersendek dît ku perwerdehiya xwe pêşde bibe, ji ber vê yekê wî serî li lîsansê da.

Xeyrî dibêje: “Vê bernameyê alîkariya bi sedan kesên di civata min de kir ku zimanê xwe yen îngilîzî baştir bikin û jêhatîbûnên nû bistînin. Gelek ciwanên civaka min hewcedarê piştgiriya akademîk in da ku jiyana xwe baştir bikin û beşdarî başkirina civaka xwe bibin.”

Înîsiyatîfa Nadia bi JWL re dixebite ku du navendên fêrbûnê li Şengal û Sinûnê veke û bixebitîne da ku gihandina xwendina bilind ji bo ciwanên Êzidî baştir bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button