SocietyTop

Sala 2023-a aylixa herenimiz, pênsîayê û ardimîya merexesa dayîktîyêye  xemxörîyê wê zêdevin

Ij yekê meha sala 2023-aye k’anûna paþin cêrge göhastinê sosîalîyê wê bivin. Derheqa h’ersêkada îcrak’arê h’evtya bihörî- r’ûniþtina h’ökömetêda, xeverda. Saltireke din pênsîya û aylixa herenimiz wê bilindvin, pêvajoya dayîna ardimîya daîktîyêda göhastinê bivin. K’îsî zêdebûna k’ara xerchildanê h’ökömetê saltireke din çixara xweykirina sosîalîyê bi 65 mlrd drama zêdeti yan bi 11, 3%-a wê zêdeke. Em  ij aylixa herenimiz destpêkin- 68 h’ezar dramê vê gavê wê bive ya xerchildayî- t’emiz 75 h’ezar dram. Dayîna vî t’erefîye fînanyîê wê bike 17,3 mlrd dram.

          Armên K’t’oyan

          Malhebûnnas

          Vira em gere serwextvin, wekî zêdebûna aylixa herenimiz nikare diha lezve ne kö zêdebûna aylixa ort’e. H’emp’areke nisbetîya navbera aylixê ort’e û herenimizdaye optîmal heye. Nikare aylixa herenimiz 45-50 selefê aylixa ort’eve, ew sûkê xevatêda cûr’efe’þkirina pêþda tîne.

          Bi gilîyê ê malhebûnnas, pey göhastitnêr’a nisbetîya aylixê herenimiz û ort’e wê sînorê 32%-adave, k’îjan angorî r’eqemnîþê ort’emiletîyê, normayêdaye. T’erefê dinê: bi qirara îcrak’arê, fînanskirina pênsîya seva saltireke din bi 33 mlrd drama wê bê zêdekirinê- gilî derheqa h’emû cûr’ê pênsîadaye.

          Davît’ Xaçatryan

          Dewsgirtîyê wezîrê CE-yî xevatê û pirsê sosîalîyê

          Pênsîayê sala 2023-a bêne lênihêr’andinê, bilindkirinê meyê hevin, bilindkirina isa wê heve, wekî  diyardê qîmetzêdebûnê wê bêne dadanê.

          Ermenîstanêda qîmetzêdebûn gihîþtîye r’eqemnîþa dönîþ- Armên K’t’oyanê malhebûnnas divêje. Van mehê xilazîyê zêdebûna qîmetzêdebûnê t’exmîndive, bi h’esavhildana isa jî döristîyê dinîyasîasîyê, îht’îmal nîne vê gavê têderxin, k’a xilazîya salê wê çi bive. Ê malhebûnnas t’exmîn h’esavkirîye, k’a  bilindbûna pênsîya dikare çiqasve.

          Armên K’t’oyan

          Malhebûnnas

          Cema pênsîyava tê hinartinê qeydê 33 mlrd dramaye û h’erke em seva  sala 22-a h’ecma t’omerî cemêye edakirina pênsîayê xevatêva hinartinê- 240 mlrd-a, h’îm qebûlkin û h’erke ew 33 mlrd her t’enê wî t’erefîda her’e û bêt’ak’êþî navbera stendçîyê pênsîya xevatê bê p’arevekirinê, dêmek bi h’esavê t’exmîn meyane  bilindbûna bi çapa 13-14 selefa îht’îmale, hilbet  dûrî aqila nîne, wekî hine qelfe çêtir bêne t’emaþekirinê diha bilindve, r’ewþa qelfê dinda diha nimiz, lê r’êsûrsa dayî ort’e  mecala zêdebûna heman heve. Dêmek belê, dikarin h’esavkin, wekî h’erke  lezbûna qîmetzêdebûnêye diha bilind  heve, têmpê diha bilind têbinivîse, ev cemê dîsa ort’e- seva bêt’erefkirina ÿfêkta neyênîye ser dereca e’mirjîyîna ê pênsîya xevatêp distînin, wê ya t’êrêkirinve.

          Mesele, 10 sala pêþda pênsîya herenimiz 13 h’ezar dram bû. Ser vê r’eqemêda çapa staja xevatêye her salekê cemdibû- bi h’esavê sala  12-a 450 dram seva her salekê. Sala 2019-a e’sas hate göhastinê- çapa bazayêye têr’adîtî û  baþqe ya herenimiz têr’adîtîye. Sala 2022-a çapa pênsîaêye bazayê 18 h’ezar drame, pênsîya herenimiz- 28 h’ezar 600. Seva staja h’etanî 10 sala seva her salekê 950 dram têne h’esavkirinê, delîva 10 sala zêdetirda- 500 dram.

Davît’ Xaçatryan       

          Dewsgirtîyê wezîrê CE-yî xevatê û pirsê sosîalîyê

          Emê ze’f þaþvin, h’erke bêjin, wekî 5000 yan 7000 dramê e’mrê pênsîonêrda göhavstina cehwerîye wesifî bike, ew alîkîva, alîyê dinêva dewleta me sînorê mecalê xweye malhebûnîyêda gere e’melbike û t’imê t’erefê bilindkirina pênsîyada bifikire, lê yekpel, mesele, binxeleqê dîwanî, seva e’frandina warê r’ik’inkirinê çixara îht’îmal neke, ewê axirsongî encamê baþ seva malhebûnyê, dewletê û  salê peyr’a idî seva pênsîonêra neyne. Eva gere nav balanskirina berbiç’e’vdave.                                

          Ê malhebûnnas bi r’eqema t’emsîldike- seva döbare bilindkirina pênsîayê 240 mlrd dramê zêde jî wê lazimvin, dipirse, gelo her xevatçîk hazire xercê k’arê döbare zêde edake? Pêr’a jî, bi gilîyê K’t’oyan, lazim nîne isa jî derheqa lazmaya h’emçap pêþdabirina warê dinda jt bîrkin. Þirovedike, k’a çawa îht’îmalbû pênsîayê yan aylixê bilindkin, k’îjan ij sala 2015-a hetanî 2019-a mîasernedibû.

          Armên K’t’oyan

          Malhebûnnas

          T’emamîya vê çixarê k’îsî k’ara  byûcêtîyê tê kirinê. Min idî da k’ivþê, wekî nisbetîya k’ara byûcêtîyê- DH’H bi sala ÿp’êce nimizbû, ew çi h’esavdive, ew h’esavdive, wekî p’ara k’ara welêtda pêkhatinê- DH’H, bi byûcêyê dihate p’arevekirinê, ew h’esavdive, wekî p’ir’anî r’ex byûcêyêva derbazdibû, çaxê me xeverdida, wekî  salê dirêj  Ermenîstanêda malhebûna bilinde sîyê hebûye, qîmetê baþqe-baþqe hene- 30, 50 zêdetir selef k’ivþdivin,  ew, wekî isa jî zêdebûna xevatçîyê qeydbûyî tê e’þiratîkirinê, h’etta h’erke ew k’îsî sîyêye, belê, körtkirina sîyê h’esavdive, wekî p’arevekirin bi çapa diha mezin k’îsî byûcêya dîwanî dive.

          T’erefê sisya, li k’îjanê saltireke din 16,5 mlrd dramê bêne dayînê, berne’mê cime’tnivîsarêne. Cöda gotî- ardimîya xweykirina zar’a h’etanî 2 salîyê ij 28.600 drama wê bive 30.700 dram. H’etanî 2020-î çapa ardimîyê 18 h’ezar drambû, paþê çap bilindbûye h’etanî 26.400-î. Îsal wî cûr’ê ardimîyê bû 28.600. Bajar’van van p’ara distînin, herke merexesa t’îmarkirina dayîktîyêdanin, lê göndada t’emamîya dayîka distînin,- bêy h’esavhildana ew dixevtin, yan na. Çawa r’öh’darkirin, göndada dayka xevatiçî h’etanî dösalîya zar’ê döbarîya cemê distînin. Saxî, h’erke dayka xevatçîye merexesa t’îmarkirina dayîktîyê vedger’e li xevatê, dayîna ardimîyê tê r’awestandinê. Bi serr’astkirina t’eze,  dayîkê zar’ê pey 1-ê meha sala 2023-aye k’anûna paþinr’a bûyî, h’erke h’eta xitimbûna dösalîya zar’ê paþda veger’ne li xevatê- dayîna ardimîyê wê neyê r’awestandinê, ferezî wê beremberî çapa alîk’arîyêve, k’îjanê didine dayîkê naxevtin.

Davît’ Xaçatryan       

          Dewsgirtîyê wezîrê CE-yî xevatê û pirsê sosîalîyê

          Ij 1-ê meha k’anûna paþin vî cûr’ê ardimîyêda göhastinê mezin wê bivin û idî t’emamîya dayîka ardimîyê wê bistînion- bêy h’esavhildana ew dixevtin yan na û bêy h’esavhildana warê xweyî mayînê. Dayîkê vira dixevtin, ê kö merexesa dayîktîyêdanin, h’evekî zêde wê bistînin- 34 h’ezar drama, çawa wexta r’ûniþtina h’ökömetê sewtbû, dayîkê din hermeh 30.700 drama  wê bistînin, h’etanî t’emambûna 2 salîya zar’ê. Lê seva dayîkê gönda ew nisbetî- e’sasê döbare tê xweykirinê û h’erke dê dixevte û merexesa dayîktîyêdane, 34.000 drama wê bistîne, çawa dayka t’îmarkirina dayîktîyêye merexesêda û çawa binelîya gönd 30.700 drama jî wê bistiîne- yanî 64.700 drama.

          Angorî salixê wezareta xevatê û pirsê sosîalîêye dayî, bi h’alê vê gavê Ermenîstanêda weke 550.000 pênsîonêro hene, saxî, ij wana weke 400.000 pênsîayê ne neg’d distînin. Lê r’eqema mala,  k’îjan ardimîya xweykirina zar’a h’etanî 2 salîyê distînin, digihîje weke 43.000-a.

Mûþêg’ Îsaxanyan, Aþot Xaçatryan, R’omîk Xaçatryan Salix-sûlix

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button