
Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Serokê Hikûmeta Federasyona Rûsyayê Mîxayîl Mîşustîn re bi telefonê axivî.
Li ser vê yekê hikûmeta Ermenîstane “Armenpress”ê re ragihand, ku di hevdîtinê de mijarên hevkariya di navbera Ermenîstan û Rûsyayê de û rojeva RPEK gotûbêj kirin.
Nîkol Paşînyan spasiya Mîxayîl Mîşustîn kir ku bi lez bersiva çend mijarên têkiliyên bazirganî û aborî yên Ermenîstan û Rûsyayê da. Her wiha mijarên têkildarî rojeva civîna Konseya Navdewletî ya RPEK ê ku wê di meha Tebaxê de li Qirgizîstanê bê derbaskirin, hatin nîqaşkirin