TopWorld

Gelo 5 milyon dolarên ku ji aliyê USAID ve ji bo avakirina Koço hatiye dayîn, tê bikaranîn?

Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkî 5 milyon dolar ji bo avadankirin û nûjenkirina gundê Koço dabîn kir, ku xelkê êzîdî tê de dijîn, berî ku terorîstên DAIŞê dest deynin ser û gund bi temamî wêran bikin.

Kesên ku ji jenosîda Koço rizgar bûne, li gundên nêzî gundê xwe dijîn û hê jî bi hêviya destpêkirina avakirin û nûjenkirinaKoço ne.

Di sala 2014’an de gundê Koço yê herî zêde ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li herêmê zirar dîtibû.

Welatiyekî herêmê ku ji tirsa rayedarên herêmê û polîsan nexwest navê xwe eşkere bike wiha got: “Gelo wê darayî were talankirin, ka wê mal bigihêje avakirina gundê me Koço, ev pirsek mezin e. Di heyama heşt salên borî de, bi milyonan dolar ji sponsorên Amerîkî û Ewropî ji bo vegerandina Şingalê hatine arastekirin, lê mixabin, tu guhertinên taybet çênebûn, wek ku hûn bi xwe jî dibînin”.

Yazidis.info dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button